Sê endamên asayîşê yên mayîn radikirin jiyana xwe ji dest dan
Rêveberiya Asayîşa Kobanê diyar kir ku duh 3 endamên Asayîşê dema mayînên çeteyan bê bandor dikirin, mayîn di wan de teqiyan û jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Asayîşa Kobanê bi daxuyaniyekê nasnameya sê endamên Asayîşê yên dema li gundên hatine rizgarkirin mayînên çetyeyan bê bandor dikirin da ku jiyana welatiyên herêmê biparêzin, jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Daxuyaniya rêveberiya Asayîşa Kobanê wiha ye:
“Endamên me bi rêxistina rakirina mayînan a girêdayî Asayîşa Kobanê kar dikirin. Gelek mayînên ku çeteyan di herêmê di bi cih kiribûn bê bandor kirin, kanton û gel ji gelek ziyana madî û canî rizgar kirin. Endamên me bi ruhê berpirsyariyê mayîn radikirin heta gihiştin şehadetê. Tevî xeteriya karê rakirina mayînan dizanîbûn jî dest ji kar barnedan.ˮ
Sicîla endaman wiha ye:
Nav û Paşnav: Mihemed Sadiq Bozan
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Sadiq
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: gundê Zuxir- /1982
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Tîrmehê 2015- gundê Sarûc/Kobanê
Nav û Paşnav: Muslim Mihemed
Nasnav: Zemanî
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Osman
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Gundê Helinc ê Kobanê/ 1972
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Tîrmehê 2015- gundê Sarûc/Kobanê
Nav û Paşnav: Ebdulrehman Hemedî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Mihemed
Dîroka Jidayikbûnê: 1983
Dîroka Tevlîbûnê: 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Tîrmeha 2015- gundê Sarûc/Kobanê