Cenazeyên şervanên YPG'ê anîn Rihayê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmet Dalmiş û Salih Baltişin ên li herêmên Sirrîn û Ayn Îsa di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmet Dalmiş û Salih Baltişin ên li herêmên Sirrîn û Ayn Îsa di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê. Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûhamed Bozo Ehmed ê bi birîndarî anîn Rihayê lê jiyana xwe ji dest da, wê bişînin Kobanê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmet Dalmiş (Xebat Botan) û Salih Baltişin (Xeyrî Kato) yên li herêmên Ayn Îsa û Sirrîn ên Kobanê duh û pêr di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Deriyê Sînor ê Kobanê radestî malbatan û nûnerên MEYA-DER'ê hatin kirin.

Cenazeyên anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, piştî kar û barên li vê derê ber bi Rihayê ve hatin şandin. Cenaze li Taxa Alîgorê ji aliyê bi sedan kesî ve bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin pêşwazîkirin.

Piştî otopsiyê cenazeyê Baltişin wê li navçeya Şirnex Elkê, cenazeyê Dalmiş jî wê li navçeya Şirnex Cizîrê bê veşartin.

Li aliyê din cenazeyê şervanê YPG'ê Mûhamed Bozo Ehmed (Akîf Alan Kobanê) ê duh bi şev bi birîndarî rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Rihayê lê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. Malbata Ehmed ji bo cenazeyê kurê xwe werbigire hat nexweşxaneyê. Malbata ku li benda dozgeriyê ye, piştî wergirtina cenaze, wê berê xwe bide Kobanê.