YPG: Eyn Îsa di kontrola hêzên me de ye

Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihandin ku bajaroka Eyn Îsa ketiye kontrola YPG’ê.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihandin ku bajaroka Eyn Îsa ketiye kontrola YPG’ê.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Hêzên me li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya roja derbasbûyî li ser xetekî direj a ji Kobanê heta Hesekê direj dibe berxwedaneke mezin û dîrokî nîşan dan. Piştî êrîşên çeteyan duh pişt nîvro piranî hatin şkandin, hêzên me êrîşên dij û operasyonên xwe destpê kirin. Di çarçoveya van operasyonan de komekî çeteyan a di nava bajaroka Eyn Îsa de hatibû dorpeçkirin jî hatiye tinekirin û bajarok bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Bi vî awayî ev êrîşên berfireh û dijwar a çeteyên DAIŞ'ê ya ku ew demekî direj û bi amadekariyên mezin plankirî bûn ji aliye hêzên me ve bi temamî hatine şkandin.”