Yildirim: Xendek nîşaneya dijminatiya li Rojava ye

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim destnîşan kir ku xendekên li sînorê Nisêbîn-Qamişlo tên kolandin, nîşaneya polîtîkaya dijminatiyê ya dewleta Tirk li hemberî Rojava ye.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim destnîşan kir ku xendekên li sînorê Nisêbîn-Qamişlo tên kolandin, nîşaneya polîtîkaya dijminatiyê ya dewleta Tirk li hemberî Rojava ye.  Yildirim her wiha hişyarî da û diyar ku destwerdaneke gengaz a leşkerî ya li Rojava û Sûriyeyê wê Tirkiyeyê bikişîne nava agirê li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê rê li ber şerekî mezin ê navxweyî veke.

Dewleta Tirk ku piştî azadbûna Girê Spî bi destê şervanên YPG/YPJ'ê leşkera veguhast ser sînorê Rojava û dest bi amadekariya şerekî nû kir, di heman demê de lez da kolandina xendekên li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê. Xendekên bi 3 metreyan kûr û 2 metreyan fireh, dirêjahiya wan 500 metre derbas kiriye.

Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo dewleta Tirk beriya niha jî dest bi lêkirina dîwêr kiribû. Lê belê greva birçîbûnê ya Şaredariya wê demê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan û çalakiyên gel ên li ser sînor, lêkirina dîwar dabû sekinandin.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim li ser mijarê ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku di hevdîtina Hevşaredaran a bi Walîtiyê re ji wan re hatiye ragihandin ku kolandina xendekan ji bo 'ewlekariyê' ye. Yildirim da xuyakirin ku hinceta ewlekariyê ne rast e û got, "Divê ew sînor ji holê bê rakirin. Lê belê li şûna vê, têl û mayîn bicihkirin, dîwar lê kirin û niha jî xendekan dikolin. Ev çareserî nîne. Ev yek qutkirina gelekî ji hev e."

Yildirim jiyana gelê Nisêbînê ya li ser sînor bibîr xist û got, "Li ser banê mala xwe ya li Nisêbînê em mirovekî li ser banê mala xwe ya li Qamişlo dibînin. Ewqasî em nêzî hev in. Bi salan li ser wî sînorê bi hezaran mirov, ji ber teqîna mayînan û êrîşan jiyaan xwe ji dest dan. Ji dema ew têl, mayîn li wî sînorî hat bicihkirin û vir ve gel vê êşê û hêrsê dijî. Di rewşeke ku bêwatebûna sînor li holê ye de, rabidin xendekan dikolin. Ev yek tê wê wateyê ku li birîna vekirî ya bi salan xwê tê lêkirin."

Yildirim anî ziman ku xendek nîşaneya polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Rojava ye û got, "Xendekên tên kolandin, nêrîna dewleta Tirk a li Rojava nîşan didin. Ev xendek li dijî destketiyên gelê Kurd hatine kolandin. Nîşaneya xweranegirtina li rêveberiya xwe bi xwe ya gel e."

'GEFA HERÎ MEZIN A LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ DAIŞ E'

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim da zanîn ku kolandina xendekan û civandina leşkeran li ser sînor ji hev ne cuda ne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Beriya rizgariya Girê Spî ji DAIŞ'ê, civandina ewçend hêza leşkerî li ser sînor û mijara destwerdanê ne di rojevê de bû. Paqijbûna Girê Spî ji DAIŞ'ê bi kêrî Tirkiyeyê tê. Mîna navê xwe em baş dizanin ku Kurdên li wê derê gefê li Tirkiyeyê naxwin. Tevî ku dizane polîtîkaya dijminatiya li gelê Rojava bi kêrî tiştekî nayê, çima di vê de israr dikin? Wê demê aştiya navxweyî û aştiya li derve jî nayên xwestin. Em di wê baweriyê de ne, ku ew xendek weke polîtîkayeke dijminatiyê li wir tê kolandin. Ji ber ku eger gefek hebe li dijî Tirkiyeyê, ew jî gefa DAIŞ'ê ye."

Yildirim da xuyakirin ku êrîşeke nû ya li hemberî Rojava wê bi tenê bi Rojava re bi sînor nemîne, li her deverê belav bibe û got, "Ew û kêfa xwe. Weke HDP ji bo şer û pevçûneke bi vî rengî ya navxweyî rû nede, ya ji destê me bê em ê bikin. Astengkirina vî şerê navxweyî wezîfeya her kesê naxwaze Tirkiye bikeve nava vî agirê Rojhilata Navîn e."