Kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' li Başûrê Kurdistanê destpê kir
Li Başûrê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya bi dirûşma 'Ji birêz Ocalan re Azadî' destpê kir.

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, bi dirûşma 'Ji Birêz Ocalan re Azadî' dest bi kampanyayekê kir. Însiyatîfê li Otela Çarçira ya li Hewlêrê danê sibehê saet di 10:15'an de daxuyaniyek da çapemeniyê û starta kampanyayê da. Li ser navê Însiyatîfê Perwîn Ezîz daxuyanî da û got, "Ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûyînê bi rêya muzakereyan û bi şêweyeke qanûnî dewam bike, divê mercên Rêber Ocalan lê tê ragirtin bên sererastkirin û azad bibe."
Ezîz anî ziman ku Ocalan ev 16 sal in li Tirkiyeyê dîl tê girtin û diyar kir ku li dijî vê yekê gelê Kurd, tevgera azadiyê û Rêberê wan di nava berxwedaneke mezin de ne.
Ezîz destnîşan kir ku bê şert û bê merc ew dixwazin Ocalan azad bibe û got, "Divê pêvajoya diyalog û muzakereyê bi pêvajoya qanûnî re were ewlekirin. Girîng e derfet ji Rêber Ocalan re bê dayîn ku karibe bi derdorên cuda re hevdîtinê bike.
Ezîz da xuyakirin ku çalakiyên ji bo azadiya Ocalan divê li hemû bajar û navçeyan pêk werin û anî ziman ku pêwîste hemû partiyên siyasî, parlamenter, aliyên siyasî û şexsiyetên li Başûrê Kurdistanê destekê bidin kampanyayê.