‘Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo’ di roja 63’emîn de didome
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî de gelek çete hatine kuştin cenazeyê 29 çeteyan ketine dest û êrîşên çeteyan li gelek deveran hatiye şikandin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî de gelek çete hatine kuştin cenazeyê 29 çeteyan ketine dest û êrîşên çeteyan li gelek deveran hatiye şikandin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî de gelek çete hatine kuştin cenazeyê 29 çeteyan ketine dest û êrîşên çeteyan li gelek deveran hatiye şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî li kanonên Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya YPG’ê ya li ser malpera fermî hate weşandin wihaye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo do roja xwe ya 63’an de bi tevlîbûna hêzên me yên kantonên Cizîr û Kobanê berdewam dike.
Hêzên me yên ku êrîşên berfireh a çeteyan a li rojavayê Çiyayê Kizwanan û herêma navbera bajarokên Ayn Îsa û Silûk şikandin li van herêman xebatên legerînê meşandin. Dîsa destwerdan û operasyonên hêzên me yên li dijî êrîşên çeteyan a nû berdewam dike.
Hêzên me, xebatên xwe ya legerîna gund û qadên li rojhilatê bajaroka Ayn Îsa bi dawî kirin. Li van qadan tevî 14 termên çeteyan 5 kleş, 1 Karnas, 1 roketavêja B7 û 3 gulleyên vî hatiye bi dest xistin.
Hêzên me, li girên Izea û Radarê çiyayê Kizwanan ku doh siharê çete êrîş anî bûn ser jî xebatên legerînê meşandin. Di encama van xebatan de hatiye zelalkirin ku li vê qadê 11 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn ser 14 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7, 2 bombeya desta, 6 mayin û dûrbînek çeteyan.
Şevê din komên çeteyan êrîş birin ser hêzên me yên li 15 km başûrê bajaroka Mebrûka çeper girtibûn. Hêzên me bersivên tund dan çeteyan û li qadê pevçunên dijwar hatiye jiyîn. Piştî van pevçunan çeteyan neçar man ji qadê birevin.
Çeteyan şevê din li hember gundê Xwêra ye nizîkî bajaroka Silûk, bi maşînekî teqemenî barkirî êrîş lidarxistin. Ev êrîşê komên çeteyan a li ser gundê ku ji aliyê şervanên Erka Xwe Parastinê dihat parastin hatiye şikandin. Di vê êrîşê de şervanekî Erka Xwe Parastinê ku bi lehengî şer dikir, gihişt şehadete.
Operasyonên hêzên me ya ku li başûre Kobanê li dijî qadên di bin dagirkeriye çeteyan de tên meşandin berdewam dike.
Piştî hêzên me hemû nuqteyên stratejîk a li derdora bajaroka Sirîn bi dest xistin, komên çeteyan bi hêzên teqwiyê ve êrîşên nû lidardixin. Şevê din komên çeteyan êrîşî gundê Serêkaniyê kirin û piştî pevçunên heta ber bi sihare berdewam kir ev êrîş hatin şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin. 2 rêhevale me yên ku di şikandine êrîşên çeteyan de bi vîn û werekiyekî mezin şer dikirin gihiştin şehadetê.
Komên çeteyan li hember gundê Maxaretên jî êrîşekî mezin lidarxistin. Komên çeteyan li vir maşînekî bombebarkirî teqandin. Dîsa çetekî din jî teqemeniya li ser xwe teqand û xwe kuşt. Piştî pevçunên dijwar êrîşên çeteyan a li vê gundî hat şikandin. Hêzên me li vê qadê 2 termê çeteyan bi dest xistin.
Li vî gundî 4 rêhevalê me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadete.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hember navenda Hasekê berdewam dikin.
Piştî hêzên me Pira Spî ya ku ji aliyê çeteyan vê xwedî rolekî stratejîk bû bi dest xistin, êrîşê çeteyan li vê herêmê zêde bûye. Hêzên me li ser vê esasî, li hember hîn komên çeteyên ku li vê qadê di nava tevgerê de bûn operasyonek lidarxistin. Di encama operasyonê de maşînekî leşkerî ya çeteyan hatiye ruxandin. Li vir qasî hatiye zelal kirin 2 endame çeteyan hatin kuştin.
Komên çeteyan şevê din êrîş birin li ser gundê Sîbat a başûrrojhilate Til Berak. Piştî bersivên tund a hêzên me li vir pevçunên dijwar hatiye jiyîn. Di encama van pevçunan de maşînekî leşkerî ya ku doçka 23,5 mm li ser barkirî hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê qadê nehatiye zelalkirin.ˮ