Demîrtaş: Pêwîst e tavilê hevdîtinên ji bo koalîsyonê destpê bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ne normal e heta niha ji bo avakirina hikûmetê Serokkomar erk nedaye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ne normal e heta niha ji bo avakirina hikûmetê Serokkomar erk nedaye.

Hevserokê Giştî yêHDP’ê Selahttîn Demîrtaş têkildarî rojevê besiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrtaş nêzîkatiya Serokkomar Erdogan a heta niha ji bo avakirina hikûmetê erk nedaye nirxand û got: "Heta niha rewşa ku erk nedaye ne normal e. Niha li Tirkiyeyê rewşke awerte nîne. Ji bo Serokkomar erka avakirina hikûmetê bide partiya herî zêde parlamwenterên wê hene, ti sedem nînin. Çima evqasî disekinîn? Bi rastî qebûlkirin û fêmkirina wê ne mimkun e.”

Demîrtaş diyar kir ku pêwîst e tavilê hevdîtinên ji bo koalîsyonê destpê bikin û wiha dewam kir: "Eger îxtîmala koalîsyonekê hebe û eger bê avakirin wê ev di demeke kurt de zelal bibe. Eger hikûmeta koalîsyonê bê avakirin wê xebatan bimeşîne. Lê berevajî vê eger wê hilbijartinek pêşwext jî çêbibe divê tavilê zelal bibe.”