Daxwaza edaletê didome

Tevî ku pêvajoyek nêzî 3 salan li ser qetilkirina Cansiz, Şaylemez û Dogan re derbas bûye jî ji ber edaleta li Fransayê pêk nayê Kurdistanî çalakiyên xwe didomînin.

Tevî ku nêzî 3 sal li ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez û endama KNK’ê Fîdan Dogan derbas bûye jî ji ber edaleta li Fransayê pêk nayê Kurdistanî çalakiyên xwe didomînin. Çalakiyên ku her roja Çarşemê têne lidarxistin vê hefteyê jî dirûşmên, “Kujer Tirkiye”, “Kujeran bidarizînin” hatin gotin.

Kurdistanî û endamên Jinên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hev bi pankarta, “Em li vir hatin qetilkirin agahiya we jê heye” meşiyan. Girseya ku heya pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi dirûşmeyan meşiya bêdengiya Fransayê û bicihananîna edaletê şermezar kir. Dema ku girse gihişt Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê jî di axaftinên kurt ên hatin kirin de dan zanîn ku heya kesek hebe wê bibin şopdarên doze. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Meha bihurî dadger Duye yê ku li dosyaya komkujiya Parîsê dinêre, diyar kir ku lêpirsîn temam kiriye.  Heya niha ti îtîrazên aliyan çênebûye, çavlirê ye ku dozgerê dosye jêre hatiye sewqkirin di nava du mehan de îdîanameyê amade bike. Tê payîn ku heya dawiya salê yan jî destpêka sala 2016’an dozê sewqî dadgehê bikin.

...