Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Wanê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî daketin kolanan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag got, "Di hilbijartinan de bi qasî 10 mîlyon mirovan dengê xwe dan azadiya Ocalan."
ANF
WAN
çarşem, 8 tîrmehê 2015, 09:07
Li Wanê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî daketin kolanan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag di axaftina xwe ya li vir de got, "Di hilbijartinan de bi qasî 10 mîlyon mirovan dengê xwe dan azadiya Ocalan. Koalîsyona ava bibe, nikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Ti kes nikare vê rastiyê tine bihesibîne. Yê vê rastiyê ji nedîtî ve were, ti pêşerojeke xwe nîne."
Di çarçoveya kampanya "Ji Rêbertî û hemû girtiyên siyasî re azadî" ya HDP û DBP organîze dike de, bi hezaran kes li xaçerêya 2 Nîsanê civiyan û bi hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe" ber bi Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ve meşiyan. Lê belê polîsan pêşî li girseyê girtin û nexwestin destûrê bidin meşê. Aloziya ji ber vê yekê derket, di encama hewldanên rêveberên HDP'ê yên Bajêr de bi dawî bû. Di nava girseya benda polîsan derbas kir de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî hebû.
Meş li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bi dawî bû. Di mîtînga li vê derê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Havya, Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav, Hevşaredarên Navçeyan, endama Platforma 'Ji Ocalan re Azadî' Ayla Yildirim û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên aştî û azadiyê Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn peyivî û got, "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û di şexsê Rêberê xwe de hemû bindestan azad bikin, jiyana azad ava bikin. Bila hemû cîhan vê zanibe ku em ê bi bawerî û biryardariyê têkoşîna xwe dewam bikin."
Ji damezrînerên Platforma 'Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî' Ayla Yildirim jî diyar kir ku yekane rêya aştiyê ya li Tirkiyeyê nexşeya rê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye, ye. Yildirim da xuyakirin ku azadbûna Ocalan tiştekî bi kesî nade windakirin, berevajî bi her kesî re wê bide qezençkirin.
'EM BER BI PÊŞEROJEEK AZAD Û WEKHEV VE DIMEŞIN'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di axaftina xwe ya li çalakiyê de got, "Li Şengal, Kobanê û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelê me yê ji bo rûmeta xwe li ber xwe dide, bi ser ket. Ev gel êdî winda nake, wê her tim qezenç bike. Ev gel di nava şert û mercên herî bê eman de têk neçû. Ev meşa me ya azadî û serketinê wê dewam bike. Niha her roj ji Rojava cenazeyen şehîdan tên. Gelê me her roj şehîdên xwe hildigire ser milan û dispêre axê. Gelê me di van darbestan de azadî û rûmeta xwe hildigire. Em soza xwe ya ku me daye girtiyên azadiyê dubare dikin. Em ê deriyê azadiyê ji sedî sed li wan vekin. Eger li welatekî 10 girtiyên siyasî hebin, li wir nikare behsa azadiya polîtîk were kirin. AKP'ê 13 salan Tirkiye veguherand girtîgeha servekirî. Dûre meydan jî qedexe kir. Lê belê reh û berxwedêriya em ya azadiyê xurt e û bê guman em ê dîwarên girtîgehan hilweşînin. Ji ber vê yekê em êdî gavên xwe bêhtir bi zexm diavêjin. Hemû bi hev re em ber bi pêşerojeke azad û wekhev ve dimeşin."
Yuksekdag anî ziman ku heta pêşî li azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd neyê vekirin, nikare behsa azadiya polîtîk were kirin û got, "Yên berevajî vê tevdigerin, di 7'ê Hezîranê de têk çûn. Vaye xuya bû; eger tu li hemberî aştî û azadiyê rabe, tuyê matmayî bimîne ku çi bê serê te. AKP a ku 13 sal in li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane derdikeve, di 7 Hezîranê de desthilatdariya bi tena serê xwe winda kir. Bi salane em AKP'ê hişyar dikin. Me gotin dest ji dek û dolab, şantaj û lîstikan berde. Li şûna çareseriya pirsgirêkê wan her tim soz dan, lê belê gavek bi tenê jî neavêtin. Heman piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, careke dind est bi polîtîkayeek nû ya tecrîdkirina Birêz Ocalan kirin. Lê belê bilav ê zanibin ku ev gel wê rê nede ku vîna aştî û çareseriyê ji aliyê AKP'ê ve dîl were girtin. Gelê me di 7'ê Hezîranê de bersiva herî demokratîk da van polîtÎkayên AKP'ê, lê belê hînê nikarin xwe li vê rabigirin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelên Tirkiyeyê nîşan daye ku çi dixwazin. Lê belê AKP hînê bi gotina 'Em partiya yekemîn e' hewl dide xwe bixapîne."
'DEH MÎLYON MIROVAN DENGÊ XWE DAN AZADIYA OCALAN'
Yuksekgan da xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi qasî 10 mîlyon mirovan dengê xwe dane azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Koalîsyona ava bibe, nikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Ti kes nikare vê rastiyê tine bihesibîne. Yê vê rastiyê ji nedîtî ve were, ti pêşerojeke xwe nîne. Bila nebêjin ji nebaş nebaştir nîne. Eger careke din bikevin hilbijartinên pêşwext, ev gel wê we daxîne binê rêjeya ji sedî 41'ê. Hûnê hingî bibînin nebaşa nebaşiyê çawa ye. Ji bo jiyaneke bi hev re me bernameyek danîn holê. Lê mixabin wan nikarîbûn xwe bigihînin asta vî gelî. Niha jî hem hewl didin hilbijartina pêşwext pêk bîne, hem jî şer derdîne. Lê belê ev siyaseta wan wê bi saya têkoşîna demokratîk a gelê me têk biçe."