Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd ti carî ranebûye û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ev tecrîd wê ranebe. KCK'ê got, "Bi gotina azadiya Rêberê me azadiya me ye, divê li her derê serî bê hildan."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Rêber Apo berî 17 salan bi komployeke navneteweyî re dîl hat girtin û li Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê ya yek kesî hatiye bicihkirin. Bi qutkirina têkiliya Rêberê me bi rêxistinê û gel re tê xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bê tinekirin, lewma ev 17 sal in tecrîda giran li devera cîhanê li hemberî ti girtiyekî siyasî nehatiye kirin, li hemberî Rêberê me tê meşandin. Tevî pêkanînên taybet ên li hemberî Rêber Apo, qanûnên ji bo yek kesî jî hatine derxistin. Li cîhanê girtiyekî din ê ku li qanûn û pêkanînên ji bo yek kesî rast tê, nîne. Ji ber ku ji gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê re Rêbertiyê dike û ev têkoşîn bi pêş ve biriye, dijminatiyeke mezin li Rêberê me tê kirin. Vê yekê jî bi tecrîda xwe ya giran û şerê psîkolojîk re nîşan didin."
KCK'ê diyar kir ku ji ber armanca xeta siyasî û îdeolojîk a Ocalan Konfederasyoneke Demokratîk a Rojhilata Navîn a xwe dispêre biratiya gelan e, komploya navneteweyî pêk hatiye û got, "Ji ber ku Rêber Apo xwedî xeteke siyasî û îdeolojîk a ku hevkarên herêmî yên emperyalîzm û modernîteya kapîtalîst qels dike ye, hedef hatiye girtin. Li dijî polîtîkaya parçe bike-birêve bibe ya berhevdana netewe-dewlet a modernîteya kapîtalîst û emperyalîzmê, ji ber ku li ser bingeha yekîtiya demokratîk polîtîkayeke ji nû ve rakirina ser piyan a Rojhilata Navîn dişopîne, bi komploya navneteweyî re li Îmraliyê dîl hatiye girtin.
Rêber Apo bi tecrûbeyeke ku hay ji komploya navneteweyî heye re, li dijî komplokeran ev 17 sal in, tevî tecrîda giran jî têkoşîneke xurt a îdeolojîk û siyasî meşandiye. Komploya navneteweyî di ser neçareseriya pirsgirêka Kurd re xwest polîtîkaya şer û pevçûnê ya li herêmê herdemî bike, Rêber Apo jî di ser çareseriya pirsgirêka Kurd re xwest li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Tirkiyeyê aştî û aramiyê pêk bîne. Dewleta Tirk dest ji polîtîkaya qirkirina çandî bernade û di rêya armanca komploya navneteweyî de polîtîkayê dimeşîne, li hemberî vê yekê Rêber Apo ev 17 sal in li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewldanên mezin nîşan dide. Eger îro gelên Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, eger hêviya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji her demê bêhtir e, yê ev afirandiye Rêberê Gelê Kurd e.
Ev Rêbertî ev 17 sal in bi sebra Hz. Eyup, ji bo Tirkiyeyê ji vê neçareseriya kor rizgar bike, dil, mejî û wijdanê xwe seferber kiriye û civaka Tirkiyeyê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re amade kiriye. Ev 13 sal in jî ji bo hikûmeta AKP'ê bixe nava pêvajoyeke çareseriyê, di nava hewldanan de ye. Polîtîkayên AKP'ê yên xapandin, mijûlkirin û afirandina bendewariyê, bi pêşniyar û gavên xwe re pûç kiriye, di dawiya dawî de jî bi deklarasyona Dolmabahçeyê ya 28'ê Sİbatê re li ber pêvajoya çareseriyê bi dewlet û hikûmetê gav daye avêtin. Mutebaqata Dolmabahçeyê di nava tevahiya gelê Tirkiyeyê de rê li ber aramî û hêviyeke mezin vekiriye. Lê belê elîtên dewlet û AKP'ê yên polîtîkaya wan a çareseriyê nîne, di şexsê Serokkomar Tayyîp Erdogan de bi gotina, 'Alî nîne, mase nîne, pirsgirêka Kurd nîne' re, gava li ber çareseriyê hat avêtin betal kirine û bi awayekî vekirî nîşan dane ku nakevin nava pêvajoya çareseriyê. Hevdîtinên bi Rêbertî re ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd jê re dibêjin "Rêberê me yê Siyasî û Sermuzakerevanê me ye" hatiye qutkirin û destûr ji malbat, parêzer û Heyeta HDP'ê re nehatiye dayîn ku biçin Îmraliyê. Mîna her carê, li gorî xwe bi malbatê yan jî hin kesên din re hevdîtin hatiye kirin, dîsa li gorî xwe hevdîtin qedexe kiriye û polîtîkaya tecrîda giran meşandiye.
Ev tecrîda 17 sal in di meriyetê de ye, di dema desthilatdariya AKP'ê de hîn bêhtir bi kêfî hatiye meşandin. Qedexeyên hevdîtinê yên herî demdirêj di dema hikûmeta AKP'ê de pêk hatine. Hevdîtinên parêzeran di dema hikûmeta AKP'ê de bi temamî hatine qedexekirin û hevdîtina malbatan jî herî kêm di dema hikûmeta AKP'ê de hatine kirin. Zelal e ku ev hemû, li dijî zîhniyet û polîtîkayên Rêber Apo, polîtîkayên tecrîd û şantajê ne. Ev polîtîkaya şantaj û tecrîda giran, her çend li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd weke zext û şerekî psîkolojîk tê meşandin jî, ji aliyê esasî ve weke pêkanînên rehîne yên li hemberî Rêber Apo tên kirin."
'TECRÎD TI CARÎ RANEBÛYE'
Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin:
"Rêber Apo hînê mîna rehîneyekî tê dîtin. Di ser rewşa esaretê ya Rêberê me re şantaj li me û gelê me tê kirin. Ev 17 sal in ev polîtîka û pêkanîn nehatiye terikandin. Di demên hevdîtin dihat kirin de jî, nêzîkatiya dihat nîşandan bi vî rengî bû. Tecrîda li ser Rêber Apo ti carî nehatiye rakirin. Li cihekî ku hevdîtin bi kêfî tê kirin û hevdîtinên parêzeran qedexe ye de, nikare were gotin ku tecrîd hatiye rakirin. Weke vîna siyasî ya Kurdan û sermuzakerevanekî dayîna derfetên hevdîtina di mercên azad de li aliyekî, li gorî qanûn, rêzikname û rêvebernameyên xwe jî tevnagerin. Hêrs û dijminatiya li Îmraliyê li Rêbertiya me tê kirin, bi pêkanînên zext û kêfî tê meşandin. Li Îmraliyê ti carî tecrîd ranebûye. Heta ku Rêber Apo azad nebe, ev tecrîd wê ranebe.
Rêberê me di nava şert û mercên ku nehatiye serê ti girtiyan de, ev 17 sal in esîr tê girtin. Yê dîl tê girtin ne tenê Rêberê me ye, tevahiya gelê me ye, vîna gelê me ye, jiyana azad û demokratîk e. Ji ber ku jiyana demokratîk û azad a gelê me nayê qebûlkirin, Rêberê me ev 17 sal in di nava tecrîdeke şidandî û şerekî psîkolojîk de tê ragirtin. Bê guman dema jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd bê qebûlkirin, wê hingî pêwîstî bi van pêkanînan neyê dîtin.
Eger zîhniyet û biryara çareseriya pirsgirêka Kurd hebe, divê Rêberê me tavilê serbest were berdan. Pêwîste di nava şert û mercên azad de hevdîtin û muzakere pê re were kirin. Eger Rêberê me di nava şert û mercên ne azad de bê ragirtin û tecrîd dewam bike, ev yek wê were wê wateyê ku di pirsgirêka Kurd de zîhniyet neguheriye, di mijara çareseriyê de vîn û biryarek nîne.
'DIVÊ RÊBERÊ ME TAVILÊ AZAD BIBE'
Eger di pirsgirêka Kurd de wê çareseriyek peyda bibe, divê Rêberê me tavilê azad bibe û bibe xwedî mercên azad ên muzakereyê. Divê karibe di nava mercên azad de bi her derdorê re hevdîtinê bike. Heta ku di mercên azad de muzakere neyê kirin, ne pêkane di çareseriya pirsgirêka Kurd de gav were avêtin. Eger tevî hevdîtinên bi salan hînê gav nehatibe avêtin, sedema vê ew e ku Rêber Apo ne di nava mercên azad de ye; di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji ber ku zîhniyet, biryar û polîtîkaya çareseriyê nîne, Rêberê me di nava mercên esaretê de tê ragirtin.
Di nava şert û mercên ne azad ên Rêber Apo de, ne pêkane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav were avêtin. Salên bihurî, ev rastî îspat kirine. Rêber Apo û Tevgera me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zemîn amade kirin, lê belê hikûmeta AKP'ê di neavêtina gavê de israr kiriye. Ne ku mercên AKP'ê nebûn, ji ber ku zîhniyeta xwe neguherî, ji ber ku nebû xwedî vîna çareseriyê neket nava pêvajoya çareseriyê û gavên pêwîst neavêt. Gelên Tirkiyeyê teqez çareseriyê dixwazin. Wê destekê bide her hêza siyasî û lîderê ji bo çareseriyê gavê biavêje. Ji xwe gelê Kurd û hêzên demokrasiyê destek dan HDP a xwedî li projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo derketin û Erdogan û AKP a bersiv neda bendewariyên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd û di vî warî de gav neavêtin, ceza kirin."
'KAMPANYA JI RÊBER APO RE AZADÎ'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd di nava hewldanên mezin de ye û di van mijaran de hêviyê diafirîne Rêberê Gelê Kurd e" û ev xal destnîşan kir: "Eger Tirkiye wê demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd wê çareser bibe, azadiya Rêberê me şert e. Demokratîkbûyîn an jî nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareserî an jî neçareseriya pirsgirêka Kurd wê bi nêzîkatiya li Rêbertiya me re aşkera bibe. Gelê me û hêzên demokrasiyê ji ber ku ev rastî dîtine, dest bi Kampanya ji Rêber Apo re Azadî kirin. Bi vê helwestê re ku nîşan dide tecrîda ancax bi azadiya Rêber Apo re dikare ji holê bê rakirin, têkoşînê xurt dikin. Êdî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo veguheriye têkoşîna ji bo azadiya gelê me û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê.
Gelên Tirkiyeyê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destnîşan kirine ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêwîste pêngavek were avêtin. Hatiye fêmkirin ku Tirkiye bi zîhniyet, destûra bingehîn û qanûnên berê re nikare bê bi rêve birin. Gava destpêkê ya terikandina zîhniyeta berê jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêkhatina hevdîtinên li Îmraliyê ye. Eger her kes behsa pêvajoya çareseriyê û çareseriya pirsgirêka Kurd dike, bê şik û bê guman ev yek bi muzakereyên di mercên azad de bi Rêber Apo re dibe. Mijara azadiya Rêber Apo pêwendiya xwe yekser bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd re heye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê cihê xwe li cem kampanya û têkoşîna gelê Kurd a 'Ji Rêbertî re Azadî' re bigirin."
'EM TEVLÎ TÊKOŞÎNA AZADKIRINA RÊBER APO BIBIN'
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:
"Divê gel, jin, ciwanên Kurdistanê û hemû dost bi hişmendiya 'Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn e' hîn bêhtir bi rêxistinî û bi bandor têbikoş in. Di serî de çar parçeyên Kurdistanê girîng e tevahiya gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn tevlî têkoşîna azadkirina Rêber Apo bibin. Pêwîste bi çend çalakiyan re bi sînor nemînin, rêbazeke ku têkoşînê herdemî dike û çalakiyan her xurt û bi bandor dikin, were meşandin. Bi gotina 'Azadiya Rêbertî azadiya min e' re li her derê serî were hildan. Divê azadiya Rêber Apo bi awayekî cidî deynin pêşiya dewlet û hikûmeta Tirk û hêzên siyasî.
Pêwîste têkoşîn û çalakî bi tenê li ser milê beşek civakê neyê hiştin; di serî de jin û ciwan, kedkar, karker, bêkar, karmend, esnaf, gundî, tevgerên ekolojîk, rewşenbîr, hemû rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û rêxistin, cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigirin.
Rêbertiya Azad tê wateya Welatê Azad, Welatê Azad tê wateya Welatê Demokratîk ê Hevpar û jiyana Neteweya Demokratîk. Zîhniyet, polîtîka mejî û qebiliyeta raser a Rêber Apo, wê di demeke kurt de hemû hesretên gelên me bicih bîne. Lewma yên azadî û demokrasiyê dixwazin divê bibin yek, dakevin kolanan, li ser bingeha azadiya Rêberê me xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk.
'DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN Û RÊ NEDE GIRTINAN'
Hikûmeta AKP'ê careke din lez daye operasyonên qirkirina siyasî. Di rewşeke ku gelê me li benda azadî û demokrasiyê ye hikûmeta AKP'ê mîna dema piştî hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde kir. Ev yek li dijî gelên me tê wateya îlana şer. Operasyonên qirkirina siyasî nîşan didin ku ev şer wê li hundir û derve bê meşandin. Li ku derê girtinek çêbibe divê gelê me li hemû bajar û navçeyan rabe ser piyan û ji girtinan re bibe asteng. Divê her girtin bibe sedemeke serhildanê. Pêwîste gelê me kolan û meydanan dagire û rê nede girtinan."