Ji gerîlayan çalakiya hişyariyê

Tevgera hewayî ya artêşa Tirk her diçe ku zêde dibe, gerîlayan li navçeya Farqîn a Amedê çalakiya hişyariyê pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, der barê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Di navbera 6’ê Tîrmehê saet 21:00 û 7’êTîrmehê saet 18.00’an de li ser herêma Qendîl a yek ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîne. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla dewam kirine. Li gor vê;

Di navbera 6’ê Tîrmehê saet 11:00 û 7’ê Tîrmehê saet 16.00’an de li herêma Heftanîn, di navbera 6-7’ê Tîrmehê saet 21:00 - 11:00’an de li herêma Zapê, 8’ê Tîrmehê (îro) saet di navbera 01.00-04.00 de li herêma Metîna pêgerên hewayî yên bê mirov bi armanca keşfê geriyane.

8’ê Tîrmehê di navbera saet, 03:30 - 09:30’î de li Yayladere ya girêdayî Nazimiye ya Dêrsimê, li Şehîd Xebat, Geliyê Perî, Sariyaylabaran ên girêdayî Kewê û herêmên Çevlîn ên girêdayî Pilemûr a Dêrsimê,  6 – 7’ê Tîrmehê saet di navbera 22:00 - 01:30’î de li herêma Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîne.

Her wiha 7’ê Tîrmehê saet di navbera 15.30-17.00’an de li ser herêmên Xakurkê, Avaşîn û Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk rû daye.”

LI AMEDÊ ÇALAKIYA HIŞYARIYÊ

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Amedê çalakiya hişyariyê pêk anîne û got: “Artêşa dagirker a T.C tevî hemû hişyariyên hêzên me yên gerîla çêkirina bendava li navçeya Farqîn a Amedê didomîne. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla, 7’ê Hezîranê saet 08.00’an li hember du wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk çalakiya hişyariyê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de wesayîteke zirxî êdî nayê bikaranîn, yek jî derbeyeke giran xwariye.

Her wiha saet di navbera 11:00 - 12:30’î de li qadên Şehîd Birûsk û navçeya Pîran ên Amedê tevgera helîkopterên Skorsky rû daye.”