Heyeta mafê mirovan li Kobanê ye

Heyeteke ku ji ÎHD, Tora Mafên Mirovan Ewrûpa ya Derya Spî, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî pêk tê, ji bo di cih de lêkolînkirina rewşa komkujî û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 25’ê Hezîranê li Kobanê ne.

Heyeteke ku ji ÎHD, Tora Mafên Mirovan Ewrûpa ya Derya Spî, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî pêk tê, ji bo di cih de lêkolînkirina rewşa komkujî û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 25’ê Hezîranê li Kobanê ne.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê ya li hember Kobanê de 267 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 233 kes jî birîndar bibûn. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê heyeteke ku ji rêxistinên mafên mirovan pêk tê ji bo di cih de lêkolînkirina rewşê derbasî Kobanê bûn. Di nava endamên heyetê de Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê Ozturk Turkdogan, endamên DRN’ê û nûnerên herêmê, nûnerê Tora Mafê Mirovan a Ewropayê ya Derya Spî Osman Îşçî, Alîkarê Serokê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Yûsûf Alataş cih girt.

Heyet piştî amadekariyan, di saetên sibê de hatin Pirsûs a Riha yê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar a derbasî Kobanê bûn.

Heyeta ku derbasî Kobanê bû ji bo agahî girtinê bi Serokê Konseya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û rêveberên din ên Kantonê re hatin gel hev.

Tê payîn ku heyet piştî van hevdîtinan, bi komîsyona lêpirsînê ya hat avakirin re wê hevdîtinê pêk bîne, wê di cihên komkujî lê pêk hat lêkolînan bikin, her wiha heyet wê di serî de li gel kesên birîndar, kesên  nasên xwe windakirine û şahidên bûyerê re hevdîtinê pêk bîne.

Piştî temamkirina hevdîtinan jî tê payîn ku heyet di saetên şevê de vegere Tirkiyeyê.

Wê heyet der barê hevdîtin  û çavdêriyên xwe de raporekê amade bike, wê vê raporê di rojên pêş de jî bi raya giştî re parve bike.