KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
-
-
Şervanê YPG'ê Guler li Bensaîmê hat bîranîn
Di şexê Şervanê YPG'ê Mahmût Guler de hemû Şervanên YPG'ê û sivîlên roja 25'ê Hezîranê di êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Bensaîmê hatin bîranîn.
-
'Divê her kes di asta herî jor de bibe xwedî helwest'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku komkujiya li Kobanê pêk hat dewama planên kirinê yên 150 salan e û destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî yek ji wan planên dewleta Tirk ê sereke ye.
-
-
-
-
YPG: Di meha Hezîranê de 483 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di nava meha Hezîranê de 483 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 6 çete dîl hatine girtin û hejmareke zêde cebilxane hatiye desteserkirin.
-
Li Hesekê pîrozbahiya serketinê
Hêzên Asayîşê, Sotoro û Hêzên Parastina Cewherî yên bajarê Hesekê, piştî şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina taxa Ezîziyê, bi konvoyeke ji wesayîtan li nava bajêr geriyan û serketin li şêniyên bajêr pîroz kirin.
-
-
-
-
-
-
Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn hat veşartin
Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn ê duh bi şev di şerê li Şengalê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şengalê li gorî kevneşopiyên Êzidiyatî bi merasîmekê hat veşartin.
-
Ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê cara 170. civiya bû û azadiya girtiyên nexweş xwest. Komîsyonê diyar kir ku ji sala 2000'î û vir ve girtîgehên Tirkiyeyê gelek guherîne.
-
-
-
Karasû: Xeteriya li ser Elewiyên li Tirkiyeyê zêde bû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku nêzîkatiyên mezhebî yên hikûmeta AKP'ê, ji bo rûdana rêxistinên li dijî mirovahiyê yên mîna DAIŞ'ê re zemîn afirandine û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê xeteriya li ser Elewiyan zêde bûye.
-
-
Li Şengalê 13 çete hatin kuştin
HPG û YBŞ'ê dan xuyakirin ku di şer û çalakiyên duh û îro de herî kêm 13 çete hatine kuştin. Di çalakiyeke îro de Fermandarê YBŞ'ê Egîd jiyana xwe ji dest da.
-
Şervanê YPG'ê Borak li Kanîreşê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûhammed Borak ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li nêzî bajarokê Sirrînê yê 40 kîlometre dûrî bajarokê Kobanê ye jiyana xwe ji dest da, li gundê Cîlîgol ê navçeya Kanîreşê hat veşartin.
-
Artêşa Tirk keşif û bombebaranê dewam dike
HPG'ê da xuyakirin ku tevgera keşfê ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. HPG'ê ragihand ku herêmên Avaşîn û Qilabanê jî ji aliyê artêşa Tirk ve hatine bombekirin.
-
-