Li Hesekê pîrozbahiya serketinê

Hêzên Asayîşê, Sotoro û Hêzên Parastina Cewherî yên bajarê Hesekê, piştî şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina taxa Ezîziyê, bi konvoyeke ji wesayîtan li nava bajêr geriyan û serketin li şêniyên bajêr pîroz kirin.

Hêzên Asayîşê, Sotoro û Hêzên Parastina Cewherî yên bajarê Hesekê, piştî şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina taxa Ezîziyê, bi konvoyeke ji wesayîtan li nava bajêr geriyan û serketin li şêniyên bajêr pîroz kirin.

Piştî êrîşa 24’ê Hezîranê ya li ser bajarê Hesekê têk çû û hêzên YPG/YPJ’ê taxa Ezîziyê û 2 gundên nêzî taxê ji çeteyan rizgar kirin, Asayîşa bajêr, Hêzên Parastina Cewherî û Hêzên Sotoro bi konvoyeke ji wesayîtên xwe li nava bajêr geriyan û serketin bi welatiyên bajêr re parve kirin.

Bi dehan welatî jî tevlî karwanê hêzên ewlekariyê bûn û di nava bajêr de geriyan. Karwan ji taxa Mişêfreê ya bakurê bajêr destpê kir û ber bi taxên Xeşman, Telayi, Salihiyê, Ezîziyê û Xezil ku ji çeteyan hatine paqijkirin, bi rê ket. Karwanê wesayîtan, ji aliyê şêniyên taxên ve bi tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Karwanê hêzên ewlekariyê ber bi herêma Kaziya Merşo û taxên Til Hecer, Narsra, Kelasê û Bûmiêşiyê ve bi rê ket.

Di 24’ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî taxên başûrê Hesekê kirin û di navbera wan û hêzên rejîmê de şer derket. Çeteyên ku derbên giran li hêzên rejîmê xistin û taxên Neşwa û beşek ji Xwrêran ji destê wan derxistin, xwestin bikevin taxên Kurdan û li taxa Ezîziyê ku hêzên rêjîmê jê reviya bûn rastî berxwedana şervanên YPG’ê hatin. Li vir çeteyan derbên giran xwarin û hêzên YPG’ê tax bi temamî ji çeteyan paqij kirin.