YPG: Di meha Hezîranê de 483 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di nava meha Hezîranê de 483 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 6 çete dîl hatine girtin û hejmareke zêde cebilxane hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di nava meha Hezîranê de 483 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 6 çete dîl hatine girtin û hejmareke zêde cebilxane hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di nava meha Hezîranê de 483 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 6 çete dîl hatine girtin û hejmareke zêde cebilxane hatiye desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin 63 şervanan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniyê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê meha Hezîranê yên li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê, bi raya giştî re aşkera kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Çalakî û operasyon: 42
Şer: 44
Çalakiyên encam ne diyar: 18
Êrîşên întixarî yên bi wesayîtên bombe barkirî: 4
Hejmara kuştiyê dijmin: 483
Termên ketine destê hêzên me: 223
Çeteyên dîl hatine girtin: 6
CEBILXANEYA HAT BIDESTXISTIN
178 kleş û 19.910 fîşekên kleşê, 27 BKC û 23.835 fîşekên BKC, 296 şarjorên klêşê, 34 rext , 67 bombeyên destan, 29 B-7(bisving) û 68 roketê wê, 2 doçka 12,5 mm, 2 doçka 14,5 mm, 1 doçka 23,5 mm û 100 fîşekên wê, 3 fuze, 3 çifte, 1 M16, 1 karnas, 1 çeka sekvanî şiyar, 1 law, 3 debance, 2 dûrbînên şevê, 2 dûrbînên rojê, 1 hawana 60 mm, 1 hawan û 6 roketê hawanê, 13 mayîn, 2 rextê întixarî, çenteyek a derman û tenduristiyê, komputerek û kamerayek, 9 maşîneyên leşkerî, 2 maşîneyên doçka barkirî, 1 maşîneya midfehreşaş barkirî, 2 panzer, 4 motorsîklet, 7 bêtêlên dest û 5 bêtêlê mezin.
ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN RÛXANDIN
13 maşîn, maşîneyek doçka barkirî,3 panzêr, 2 tank.
ŞEHÎD
63 hevalên me şehîd ketine. Jii wan yek endamê Artêşa Azad, yek jî şervanê Şemis Şîmal e."