Artêşa Tirk keşif û bombebaranê dewam dike

HPG'ê da xuyakirin ku tevgera keşfê ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. HPG'ê ragihand ku herêmên Avaşîn û Qilabanê jî ji aliyê artêşa Tirk ve hatine bombekirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li qadên Çarçela û Mergezerê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin. Keşf li van qadan dewam kir: Di 4'ê Tîrmehê saet di navbera 04:00 - 12:00 de li herêma Avaşînê, di 3'ê Tîrmehê saet di 19:00 - 22:00 de li herêma Metîna, di 4'ê Tîrmehê saet di 00:30 - 11:30 de li bejahiya gundên Kameran, Gustîka, Xizrûk û Ez ên navçeya Bedlîs Tetwanê, heman rojê saet di navbera 19:00 - 00:00 de li navçeya Elezîz Dep û navçeya Çewlik Xolxolê, keşif hat kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser herêma Besta ya Şirnexê jî tevgereke zêde ya pêgerên hewayî yên bê mirov, rû daye.

HPG'ê diyar kir ku ji qereqola Girana ya li ser xeta Avaşînê, di 3'ê Tîrmehê saet di 23'an de artêşa Tirk bi çekên giran gule li Girê Xwedê û herêma derdora wê reşandine, heman rojê saet di navbera 03:30 û 04:30 de derdora Qereqola Serbesta ya navçeya Şirnex Qilabanê hatiye bombekirin.

Heman rojê saet di navbera 06:00 - 16:00 de li herêma di navbera Qereqola Serbesta, Girê Aruşê û Navçeya Çelê helîkopterên bi tîpa Skorsky tevgeriyane.

TEVGERA KEŞFÊ YA ÎRANÊ

Li aliyê din HPG'ê da zanîn ku balafirên artêşa Îranê jî li ser Qendîlê geriyane û keşif kirine.