Li Bêgirê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê

Li navçeya Bêgirê, bi pêşengiya DBP û HDP'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê ya 2 rojan hat destpêkirin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Navçeya Wan Bêgirê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya rûniştinê ya du rojan kirin. Di vê çarçoveyê de li Parka Şaredariyê konê azadiyê hat vedan. Lê belê polîsên bi fermana qeymeqamiyê ji herêmê re hatin şandin, xwestin kon rakin. Piştî nîqaşa di navbera rêveberên DBP/HDP û polîsan de kon duh derengiya şeve hat vedan û çalakiya rûniştinê ya du rojan destpê kir. Di çalakiyê de rêveberên DBP û HDP'ê, Hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes amade ne.

Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Vahdettîn Ûca li vir peyivî û got, "Em careke din dibêjin; çawa ku me li dijî zextan û girtinan bi salan têkoşîn meşandin, ji niha û pê ve jî ji bo azadiya Rêbertiya xwe em ê her tim li qadan bin."

Piştî axaftinan çalakî bi kilamên dengbêjan û sohbetê dewam kir.