'Divê tavilê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin'
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya federasyonê daxuyaniyek da.
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya federasyonê daxuyaniyek da.
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên KURDÎ-DER, HDP û OHD tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqere Meral Vûranok diyar kir ku ji sala 1999'an heya niha li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkanînên kêfî û tecrîd hene û ti aliyê vê yê zagonî nîne. Vûranok anî ziman ku mafê her girtî yê ku li girtîgehê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike heye û got: "Hevdîtinên Serokê me yên bi parêzeran re di bin çavdêriya rayedarekî de pêk dihat û hevdîtin di heman demê de dihate qeydkirin. Dewleta Tirk bi vê pêkanînê re hem mafên mirovan û hem jî qanûn û destûra bingehîn binpê dikir."
Vûranok anî ziman ku tecrîd ji planên şer ên hikûmeta AKP'ê yek e û divê AKP tavilê dest ji van planên şer berde. Vûran wiha axivî: "Tavilê dest ji qêrînên şer berbidin, tecrîda li ser Serokê me yê temînata azadiya gelên Rojava û vî welatî ye, rakin û şertên wî sererast bikin."
Vûranok bilêv kir ku divê mutebakata Dolmabahçeyê bê bikar anîn, Heyeta Îmraliyê bi awayekî rêk û pêk li Îmraliyê hevdîtina bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû hikûmet û serokên li Tirkiyeyê yên aştî tine hesibandin, di sergoya dîrokî de cihê xwe girtin. Em careke din dibêjin divê ji bo aştiyê Serokê me azad bibe."