Bombebarana artêşa Tirk dewam dike

Artêşa Tirk, di demên dawî de bi zêdehî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk duh bi obus, hawan û tankan qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê bombebaran kir. Hat ragihandin ku bombebarana saet di navbera 11:30-12:30 de ji qereqola Çete hat kirin, li bersiva gerîla rast hat. Artêşa Tirk di heman rojê de bi pêgerên hewayî yên bê mirov re ev qad keşif kir.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk danê vê sibehê saet di navbera 10:00 - 11:00 de bi obus û hawanan qadên Girê Çete, Girê Şehîd Merwan, Şehîd Şêxmûs û Girê Dere Davetiya, bombe kiriye.

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de li ser keşif û bombebaranê ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin: "Ji saet 12:00 ê 4'ê Tîrmehê heta saet 11:00 ê 5'ê Tîrmehê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C keşif kirine. Li Girê Gafûr ê herêma Avaşînê jî şewata ji ber êrîşa hawanan a artêşa T.C a dagirker derket, dewam dike.

Di 4'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00 - 17:00 û 22:00 - 23:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 13:00 - 14:00 de li qada Depê ya Elezîzê, ji saet 22:30 heta saet 01:00 ê 5'ê Tîrmehê li ser herêma Zapê artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye. Di 5'ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 - 01:00 de li ser xeta sînor a herêma Zapê balafirên şer geriyan."