Fluckîger: Divê tecrîda li ser Ocalan bi azadiyê were rakirin

Serokê Giştî yê Partiya BastaA ya Swîsreyê Martîn Fluckîger destnîşan kir, ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin.

Serokê Giştî yê Partiya BastaA ya Swîsreyê Martîn Fluckîger destnîşan kir, ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin û bang kir ku "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" a li Tirkiyeyê dewam bike. Fluckîger ji bo şert û mercên wekhev ên hevdîtinan bang kir ku Ocalan serbest were berdan.

Serokê Giştî yê Partiya Basels Starke Alternatîve (BastA) Martîn Fluckîger, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, wateya Modela Rojava ji bo gelên Rojhliata Navîn, planên Tirkiyeyê yên ji bo operasyonek li hemberî Rojava û Sûriyeyê û tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

'DIVÊ TIRKIYE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WEKE WEZÎFEYEKÊ BIBÎNE'

Fluckîger diyar kir ku di rewşa heyî de pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye xetimandin û destnîşan kir ku girîng e Tirkiye meşandina pêvajoya çareseriyê weke wezîfeyeke mezin binirxîne. Fluckîger anî ziman ku piştî serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xeyalên Erdogan ên ji bo sîstema serokatiyê têk çûne û bi vê yekê re pêvajoya çareseriyê ya ku zêde ne bi dilê AKP'ê bû terikandiye. Fluckîger ragihand ku divê pêvajoya gihaştiye heta astekê, divê nebe qurbanê hêrsa desthiladariyê.

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Fluckîger da xuyakirin ku PKK di demên dawî de li cîhanê bû xwedî prestîjeke mezin û HDP jî li qada siyaseta Tirkiyeyê gihaşt rewşeke xurttir, lewma Erdogan û hikûmeta AKP'ê ditirse bi HDP'ê re pêvajoya çareseriyê bimeşîne û got, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê, li gorî polîtîkayên xwe, di pêvajoya çareseriyê de her tim xwestiye tevgear Kurd qels be. Bi tevgereke qels re meşandina pêvajoyê, ji bo wan hêsan bû. Ji ber vê yekê, ji bo PKK'ê her tim qels bikin, li hundir û derve hin polîtîka meşand."

Fluckîger da zanîn ku ji bo pêvajo dewam bike divê dewlet êdî gavên şênber biavêje û destnîşan kir, ku divê tecrîda li ser navê sereke yê pêvajoya aştiyê Ocalan tavilê were rakirin. Fluckîger da xuyakirin ku ji bo hevdîtin bi ser bikeve girîng e di nava şert û mercên wekhev de bên meşandin û got, "Rêberê pêvajoyê Ocalan, pêwîste di demeke kurt de azad bibe û bi vî rengî di asta wekhev de hevdîtin werin meşandin." 

Fluckîger diyar kir ku tevî azadiya Ocalan divê pêvajo bi destûra bingehîn were ewlekirin û ev xal destnîşan kir: "Bi vê pêvajoyê re ne tenê mafên Kurdan divê mafên hemû gelên hindikahî yên li vî welatî bi destûra bingehîn werin ewlekirin. Pêwîste siyaseteke di sîstema serokatiyê de israr dike were terikandin û israr di siyaseta demokratîk de be."

'DI NAVA RASTIYA ROJHILATA NAVÎN DE PKK DEST JI ÇEKÊ BERNADE'

Fluckîger her wiha nerazîbûn nîşanî daxwazên ji bo çekdanîna PKK'ê da û got, "Ji rêxistineke ku yekane hêza li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ'ê şer dike xwestina çekberdanê, bûdelatî ye. Tuyê ji aliyekî ve bi awayekî vekirî destekê bide DAIŞ a bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn, li aliyê din jî ji PKK a yekane hêza li dijî vê rêxistina terorê şer dike bixwazî dest ji çekan berde. Di nava van şert û mercan de jî bixwazî çareseriyê pêk bîne. Di vir de ecêbiyek heye."

'OPERASYONA LI DERVEYÎ SÎNOR WÊ WERE WATEYA ÎLANA ŞER LI DIJÎ KURDAN'

Fluckîger anî ziman ku operasyoneke derveyî sînor a Tiriyeyê li hemberî Rojava û Sûrieyyê, wê were wateya îlana şer li dijî Kurdan. Fluckîger diyar kir ku Tirkiye li şûna Kurdan DAIŞ'ê tercîh dike û got, "Heta roja îro DAIŞ li ser sînor bû, lê gefek li sînor nedihat dîtin. Piştî ku YPG'ê hin nuqte xist destê xwe û xurt bû, Tirkiye ji rewşê tirsiya. Tirkiye ya naxwaze rewşeke xurt a Kurdan li ser sînorê xwe bibîne, ditirse ku sîstema li Rojava tê avakirin li Tirkiyeyê jî deng vede. Ji ber vê yekê di nava nîqaşên bi vî rengî de ye."

'NATO TI CARÎ DESTÛRÊ NADE OPERASYONEKE LI DERVEYÎ SÎNOR, LÊ'

Fluckîger helwesta welatên NATO'yê li hemberî operasyoneke bi vî rengî bibîr xist û destnîşan kir ku NATO bi ti awayî destûrê nade operasyoneke bi vî rengî. Fluckîger her wiha bal kişand ser hin helwestên nakok ên Amerîkayê û got, "Welatê NATO'yê Amerîka li aliyekî dijî DAIŞ'ê êrîşên hewayî dike, lê li aliyê din welatekî din ê NATO'yê Tirkiye bi awayekî vekirî destekê dide DAIŞ'ê. Welatên din ên NATO'yê li gorî berjewendiyên xwe helwesteke zelal li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê nîşan nadin."

'ROJAVA DIKARE JI ROJHILATA NAVÎN RE BIBE MODELA MÎNAK'

Fluckîger da zanîn ku modela Rojava di serî de ji bo Sûriyeyê ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe modelek mînakdar û got, "Li erdnîgariyeke ku ev demeke dirêj e şer lê heye, avakirina sîstemeke demokratîk a wekheviya gelan esas digire, gelekî girîng e. Her wiha di nava civakeke sîstema feodal lê serdest e, esasgirtina wekheviya jinê, bêhtir girîng e. Wekî din, di nava sîstemeke demokratîk a bi pêşengiya Kurdan de cihgirtina hemû gelan, gelekî girîng e. Ev model, her çend zehmet be ji aliyê dewletên li Rojhilata Navîn ve were qebûlkirin, divê ji aliyê hêzên navneteweyî ve were destekkirin û parastin."

'RAGIRTINA PKK'Ê DI LÎSTEYA TERORÊ DE BÊ WATE YE'

Fluckîger nerazîbûneke tund nîşan da ku di serî de Amerîka gelek welatên Ewropayê PKK'ê hînê di lîsteya rêxistinên 'terorê' de radigirin û destnîşan kir ku ragirtina rêxistineke li dijî terora DAIŞ'ê têdikoşe, bê wate ye. Fluckîger got, "Amerîka ji bo DAIŞ ji holê were rakirin destekê dide YPG'ê. Bi YPG'ê re şer dike, lê tevî vê jî hînê bi awayekî bê wate, lê li gorÎ berjewendiyên xwe PKK'ê di lîsteya 'rêxistinên terorê' de radigire. Wekî ding elek welatên Ewropayê, PKK a ku tevgereke gerîla ya ji bo parastina mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê şer dike, di lîsteya 'terorê' de ragirin. Pêwîste ev dewlet hemû tavilê dest ji vê biryara xwe ya bê wate berdin."

'JI BO MIN OCALAN LÎDEREK E, PKK JÎ TEVGEREKE GERÎLA YE'

Fluckîger da xuyakirin ku ew Ocalan weke teorîsyen û lîderekî dibîne û anî ziman ku divê wateya Ocalan a ji bo gelê Kurd baş were fêmkirin û serbest bê berdan. Fluckîger 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan pêşkêşî Parlamenta Ewropayê hatin kirin bibîr xist û bang li Parlamenta Ewropayê kir ku di vî warî de bi berpirsyarî rabe. Fluckîger destnîşan kir ku weke şexsî wî ti carî PKK mîna rêxistineke terorê nedîtiye, ew PKK'ê weke tevgereke gerîla dibîne û anî ziman ku divê haya her kesî ji têkoşîna PKK'ê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ'ê dimeşîne, hebe.