BI DÎMEN

'Tecrîda li Îmraliyê ji ya beriya niha gelekî girantir e'

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda ji demên beriya niha gelekî girantir e.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda ji demên beriya niha gelekî girantir e. Parêzer Emekçî bang li her kesên alîgirê demokrasî, azadî û çareseriyê kir, ku li dijî tecrîdê têbikoş in.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji meha Nîsanê û vir ve nikare Heyeta Îmraliyê bibîne. Ji Tîrmeha sala 2011'an û vir ve jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dewam dike. Hevdîtina bi malbatê û wasiyê xwe re jî ji Cotmeha sala 2014'an û vir ve nikare pêk bîne. Ev tê çi wateyê? Cudahiya vê tecrîdê ji yên beriya niha çi ye? Pêvajoya çareseriyê ber bi ku ve diçe?

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî bersiva van pirsan da.

Weke parêzeran herî dawî we kengî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin?

Hevdîtina herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de pêk hat. Ji hingî ve hevdîtina bi parêzeran re çênebûye. Car carna hevdîtina wasiyê wî çêbû û ev hevdîtin jî weke hevdîtina parêzeran di çapemeniyê de hat nîşandan. Lê belê ev ne hevdîtina parêzeran bû.

Ji sala 2011'an û vir ve, sedemên astengkirina hevdîtinan hat guhertin?

Sedem her tim heman sedem in; keştî xerabe ye, rewşa hewayê ne baş e.

Ji bilî serlêdanên fermî, di vê mijarê de ti hevdîtineke we bi hikûmetê re çêbû?

Bersiva neyînî ji serlêdanan re hat dayîn. Lê belê bi Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Wezareta Edaletê re hevdîtin hatibûn kirin. Wezareta Edaletê ji CPT re ragihand ku ew ê di dema herî nêz de pirsgirêkê çareser bike. Lê belê ji sala 2011'an û vir ve pêşketinek nîne.

REWŞA MAYÎNA LI ALIYEKÎ DEWAM DIKE

Heta meha Nîsanê Heyeta Îmraliyê dikarîbû bi Ocalan re hevdîtinê bike. Wasiyê Ocalan jî dikarîbû hevdîtinê bike û car carna malbat jî diçû giravê. Lê belê li hemberî we parêzeran, helwesteke zelal a astengkirina hevdîtinê hat meşandin. Sedema vê çi ye?

Serokkomar Erdogan dema Serokwezîr bû, rojnamevanan pirsa "Çima parêzer nikarin hevdîtinê bikin?" jê kiribûn. Erdogan ji bo vê pirsê gotibû, "Bila parêzer li aliyekî bimînin". Astengkirina hevdîtina parêzeran weke biryareke siyasî bicih tê anîn. Di raporên CPT de jî tê destnîşankirin ku ev yek biryareke polîtîk e. Ev biryara polîtîk wê kengî rabe, em nizanin. Ew "rewşa mayîna li aliyekî" dewam dike. Ji aliyê hiqûqî ve ev biryar nikare bê ravekirin. Ji ber ku mafê hevdîtina bi parêzeran re di qanûnan de heye û mafekî jêneveger e. Me bi salan biryarên der heqê Îmraliyê de weke biryarên siyasî dîtin. Hiqûq bi tenê weke xêliyekê hat bikaranîn. Mînaka vê ya herî şênber jî hevdîtina parêzeran e. Mafekî bingehîn bi biryareke polîtîk re bicih nayê anîn.

BIRÊZ OCALAN BI TEMAMÎ DI TECRÎDÊ DE YE

Lê belê ev qedexe di dema hevdîtinên Heyeta HDP'ê û Ocalan, yanî di dema muzakereyê de jî dewam kir. Destûr ji we re nehat dayîn ku hûn bi muwekîlê re hevdîtinê bikin.

Girtîgeha Îmraliyê ji destpêkê ve girtîgehek normal nebû. Girtîgeheke ku ji aliyê siyasî ve hatiye amadekirin bû. Qadeke çareserî û neçareseriyê bû. Di demên hêzên çareseriyê lê serdest in de tecrîd ji holê radibe, di dema ku hêzên dijberê çareseriyê giraniya xwe de heye de, tecrîd destpê dike. Cihekî ku li pişt perdeyê bi biryarên siyasî tê rêvebirin e. Ev yek bi awayekî zelal derket holê. Gotin "Pêwîstî bi parêzeran, bi hiqûqê nîne". Û bi vî rengî di nava raya giştî de rewa kirin. Tecrîd têgihenek piralî ye. Bi tenê bi hevdîtina heyetê re nikare were bisînorkirin. Ji sala 2011'an û vir ve parêzer nikare hevdîtinê bike, ji Cotmeha 2014'an û vir ve jî destûra hevdîtinê ji malbat û wasiyan re nayê dayîn. Ev çend meh in jî heyet nikare hevdîtinê bike. Birêz Ocalan ev 2-3 meh in di nava tecrîdeke tam de ye. Ti têkiliya xwe bi derve re tineye. Tecrîdeke ji tecrîda berê girantir heye.

Çima girantir e? Cudahiya wê çi ye?

Berê, her çend tecrîdeke qismî û demkî hebû jî, car carna parêzeran dikarîbûn hevdîtinê bikin. Ji her alî ve derfetên hevdîtinê ji holê nehatibû rakirin. Lê belê bi tecrîda dawî re ev rewşa astengkirina hevdîtinan derket holê. Cudahî ev e. Ne parêzer, ne wasî, ne malbat, ne jî heyet dikare hevdîtinê bikin. Tecrîda niha ji tecrîda beriya niha gelekî girantir xuya dike."

MASKE JI RÛ KET

Li gorî rewşa heyî, hûn nêzîkatiya AKP'ê ya li pêvajoya çareseriyê çawa dinirxînin?

Ji vî alî ve mirov dikare bêje ku "Maske ji rû ketiye". Samîmiyeta vîna çareseriyê hat ceribandin. Eger bi rastî jî çareserî xwestibûya, wê pêvajo dewam bikira. Ji ber ku di asta Serokkomariyê de vîna dewlet û desthilatdariyê heye. Rastiyeke ku vîna esîl li gel Serokkomar e û hikûmeta AKP'ê jî dide dû wî. Serokkomar Erdogan mutebaqata Dolmabahçeyê nas nekir, dûre got, "Pirsgirêka Kurd nîne". Tevî van, bûyerên din jî qewimîn. Mînak; dema mirov êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên dawî yên li hemberî Kobanê binirxînin, hingî pirsa "Gelo konsepteke nû ya tinekirinê hatiye destpêkirin" tê hişê mirovan. Yek ji lingên konsepta tesfiyeyê ya herî stratejîk, ji nû ve tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Dema mirov daneyên din tînin cem hev, dibînin ku hêzên neçareseriyê ketine nava tevgerê û konsepteke nû ketiye dewrê. Ya ku vê konseptê ji holê rabike, têkoşîna demokrasiyê ya hêzên sosyalîst demokratîk e. Divê ev neyê ji bîr kirin.

ŞIKANDINA TECRÎDÊ NE TENÊ WEZÎFEYA ME YE

Hûnê weke buroya hiqûqê, der heqê tecrîdê de bikevin nava ti hewldanan?

Şikandina tecrîdê ne tenê wezîfeya me parêzerên Birêz Ocalan e. Mijareke ku divê bala hemû demokratan, sosyalîst û alîgirên çareseriyê li ser be. Ji aliyê xwe ve em ê têkoşîna hiqûqî bimeşînin. Lê belê divê em ji bîr nekin ku wateyeke kûr û berfireh a tecrîdê heye. Bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî Îmrali rewşeke siyasî ye. Cihekî ku sîstema Rojhilata Navîn û Cîhanê bala xwe li ser e. Îmrali qadeke têkoşîna siyasî ye ku car carna hêzên çareseriyê dikevin dewrê, carna jî tecrîda giran lê tê meşandin e. Tecrîda serdest li dijî mûxalîfan dimeşînin di heman demê de tecrîda li ser derdorên civakî yên nêrînên wan napejirînin e. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Ji aliyê hiqûqî ve jî bê guman mafekî bingehîn ê hevdîtina parêzeran, malbat û wasî bi ti awayî nabe bê astengkirin. Em ê li hemberî vê têbikoş in.