Cenazeyê Şervanê YPG'ê Eye li Dêrika Çiyayê Mazî hat veşartin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şemdîn Eye (Serhildan Dêrik) ê li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Dêrika Çiyayê Mazî bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şemdîn Eye (Serhildan Dêrik) ê li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Dêrika Çiyayê Mazî bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şemdîn Eye (Serhildan Dêrik) ê li herêma Til Mihîsim Xerbî ya Serêkaniyê di şerê 7'ê Hezîranê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyan xwe ji dest da, li Dêrika Çiyayê Mazî bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Eye ji aliyê malbatê û rêveberên MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Xebûrê hat wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Piştî karên otopiyê cenazeyê Eye anîn Dêrîkê.
Cenazeyê Eye li ser rêya Dêrikê ji aliyê girseya gel a di nav de parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Gulser Yildirim, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, hevşardara û gelek kesên din hebûn ve hat pêşwazîkirin.
Konvoya cenaze piştre bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" anîn taxa Kale û li pêş tax ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel dûre darbesta Eye hilda ser milan û bir Goristana Şêx Hesen. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Eye hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî serok Apo" û "Şehid namirin" hatin qîrîn.
Li goristanê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hat girtin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Eye bi duayan hat definkirin. Piştî karên definkirinê xilas bûn Rêvebera MEYA-DER'ê Mulkiye Şîmşek axivî û diyar kir ku mafê kesên canê xwe ji bo azadiya gel feda kirin ancax bi bilindkirina têkoşînê û azadiyê were dayîn.
Bavê Eye Abîdîn Eye jî diyar kir ku ew dixwaze kurê wî bibe şehîdê dawî yê Kurdistanê û divê gelê Kurd li hemberî kesên wan tine dihesibînin bibe yek.
Hat ragihandin ku taziyeyên Eye wê li Kuçukdîkîlî ya Edeneyê bê qebûlkirin.