Heyeta Îtalî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir

Heyetek ji Herêma Xweser a Sardinya ya Îtalyayê hate Amedê û serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Heyetek ji Herêma Xweser a Sardinya ya Îtalyayê hate Amedê û serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Heyeta Îtalî ku ji Serokê Komeleya li dijî Marjînalkirinê ya Îtalyayê (ASCE) Antonio Pabis, endamên meclisa Bajêr a Cagliarî Enrico Lobina û Matteo Sestu û şêwirmendên Herêma Xweser a Sardinyayê Gavino Sale, Luca Pizzuto û Paolo Zedda pêk dihat, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Heyet ji aliyê Wekîlê Hevşaredaran Cîhan Aydin û Sekreterê Giştî Fethî Suvarî ve hatin pêşwazîkirin. 

Heyeta Îtalî der barê pêvajoya çareseriyê, rewşa penaberên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatine û mijara ji nû ve avakirina Kobanê de agahî wergirt. Heyetê diyar kir ku ew ê ji Hikûmeta Herêma Xweser a Sardinyayê bixwazin ku alîkariyê bi vê herêmê re bike.  

Wekîlê Hevşaredaran Cîhan Aydin, kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û diyar kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew bi qasî derfetên xwe hewl didin pêşwaziya penaberan bikin.

Piştî serdanê Aydin, Rêbera Gerê ya Amedê û plakêt diyarî heyetê kir, heyetê jî ala Herêma Xweser a Sardinyayê û rozetê wê diyarî Aydin kir. 

Heyetê serdana kampa Fîdanlik a Şengalî lê ne kir û piştre jî ew ê serdanekê ji bo KCD ê DBP'ê pêk bînin.