Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, ku di du çalakiyên sûîqestê yên li gundên Vastan û Marê yên Kerkûkê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
HPG'ê diyar kir, ku di du çalakiyên sûîqestê yên li gundên Vastan û Marê yên Kerkûkê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 1'ê Tîrmehê saet di navbera 17-18'an de li gundê Vastan ê Kerkûkê, gerîlayan çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di çalakiyê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, heman rojê saet di 12'an de jî li gundê Marê çalakiyek hat lidarxistin û çeteyek hat kuştin.