Şervanê YPG'ê Guler li Bensaîmê hat bîranîn

Di şexê Şervanê YPG'ê Mahmût Guler de hemû Şervanên YPG'ê û sivîlên roja 25'ê Hezîranê di êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Bensaîmê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bensaîmê saet di 21:00 de bi beşdariya bi dehan kesan pêk hat. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Endamê Navendê Muslim Sûbaşi axaftina vekirinê kir û got, "Di şexsê Mahmût Guler ê YPG'yî yê li Kobanê ji ber êrîşa çeteyan şehîd ket de, em hemû şehîdên meha Tîrmehê û Zeynep Kinaci bibîr tînin."

Ji ximzên Mahmût Guler Edîp Kaya li bîranînê mafê axaftinê girt û diyar kir ku Guler ev du sal bû li Kobanê di nava refên YPG'ê de bû. Guler got, "Bi xwe 60 salî bû. Hevrê Mahmût berî du salan, li ser êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê çûbû. Ji bo axa lê mezin bû ji DAIŞ'ê biparêze, tevlî karwanê şehîdan bû. Divê em li vê têkoşîna bi rûmet a wan ji me re hiştine xwedî derkevin û bibin şopdarên mîrateya wan."

Berdevkê Qada Başûr a KOMAW'ê Lokmaz Arslan jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku kevneşopiya di Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê ya meha Tîrmehê de afirî, îro li Rojava dewam dike. Arslan bal kişand ser berxwedana Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê û got, "Em weke gelê Kurd divê li her deverê xwedî li nirxên xwe derkevin, beriya her tiştî jî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê em vê têkoşîna pîroz a wan ji me re hiştine, bi ser bixînin."

Di bîranînê de her wiha ji bo şandina fitre û zekatan ji bo Kobanê û Şengalê agahî hat dayîn.

Merasîma bîranînê bi xwarina fitarê bi dawî bû.