Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, mijarên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, komkujiya li Kobanê, lîstikên tên lîstin ji ANF'ê re nirxand. Andok û got, "Azadiya Rêberê me tê wateya rizgariya tevahiya mirovahiyê. Divê em dîwarên Îmraliyê hilweşînin."
Xebat Andok diyar kir ku komkujiya li Kobanê pêk hat ne encama polîtîkayeke nû ye, ev berdewama planên qirkinê yên 150'î salan e. Andok destnîşan kir ku ew polîtîka li her devera Kurdistanê bi rêbazên cûrbercûr tê meşandin û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî yek ji wan planên dewleta Tirk ê sereke ye.
'EW POLÎTÎKAYA BI SEDAN SALAN PÊK TÊ YE'
Andok bal kişand li ser komkujiya Kobanê û da zanîn ku ev rêbazekî qirkirinê yê nû ye lê ew polîtîkayeke ne nû ye, pêkanîneke sedsalane û wiha pê de çû: "Bê guman komkujiya ku li Kobanê pêk hat tîştekî din raxist berçavan, lê ev nayê wateya ku planekî nû ye. Ew biryara ku ji milê modernîteya kapîtalîst di der barê tinekirina gelê Kurd de hatiya danîn encama polîtîkayên bi salan e. Ew jî di çerçoveya qirkirina çandî û eger karibin jî ya fizîkî de, rû dide. Ev hewildan bê navber li deverên cûda cûda yên Kurdistanê, her dem û bi destê hêzên cûda û cewaz de xwe didomînin. Di sala 2014'an de jî ev hewildan li Şengalê rû da. Xwestin li wir bi sed hezaran mirovên me yên Êzidî tine bikin. Ji xwe heman êrîş, heman hewildanên qirkirinê bi awayekî rêk û pêk û dem dirêj di şexsê Rojavayê Kurdistanê de hîn jî didome. Li Tirkiyeyê ji destpêka komarê û heya roja me ya îro polîtîkaya ku dewleta Tirk bi hemû hikûmetan, bi hemû cûrêyên îqtîdarê ku ji xwe re esas girtiye qirkirine, qirkirina fîzîkî û çandî ye. Heman polîtîka bi awayekî giştî mirov li Başûrê Kurdistanê jî dibîne. Li wê derê Enfal çêbûn, qirkirinên fîzîkî çêbûn, ji xwe qirkirina çandî jî di meriyetê de ye. Heman şêwe li Rojhilatê Kurdistanê jî didome. Ji ber wê jî ew polîtîka xwe bi awayekî gîştî pêk tînin."
'QIRKIRINA KURDAN NE FERMANEKE NÛ YE'
Andok anî ziman ku divê mirov her dem li kûraniya bûyeran binêre, di kûraniya bûyera li Kobanê pêk hat de polîtîkaya qirkirinê heye. Andok axaftina xwe wiha domand: "Dema mirov li doza Kurd, û nêzîkatiya deshiladaran a li hember pirsgirêka Kurd û Kurdistanê dinêre, mirov bi awayekî vekirî dibîne ku polîtîkaya ku ji bo Kurd û Kurdistanê ji xwe re esas girtine polîtîkaya qirkirinê ye. Komkujiya ku li Kobanê jî pêk hat divê mirov di vê çarçoveyê de bigire dest. Bûyer wiha dixuyê ku komek çete ketin wir û kî rastî wan hatî qetil kirine. Lê di rastiyê de di bingeha wê de plan, dîrok, hêrs û kîneke pir mezin heye. Tevî ku di bingeha wê de nêzîkatiyeke îdeolojîk jî heye. Ew hemû jî pêkanîna fermana qirkirina ser gelê Kurd tê binav kirin. Yê ku ev ferman jî dane ji xwe diyar in, dagirkeriya ku hîn jî li ser Kurdistanê dimeşe ye. Ew jî ji zihniyet û sazûmaniya netewe dewlet ku modernîteya kapîtalîst temsîla wê dike, hêza xwe digre. Di roja me ya îro de jî vê fermana xwe bi rêya DAIŞ'ê pêk tîne, ev rastî jî bi awayekî pir vekirî xwe nîşan dide. Divê mirov vê bipirse; hêzên ku DAIŞ çêkirin, destek dikin û arastayî Kurdistanê dikin kî ne? Lê divê mirov wan hêzan jî weke dijminên mirovahiyê yên esasî bibîne. Ji ber wê jî polîtîkaya qirkirina gelê Kurd ne fermanekî ku nû tê dayîne, herî kêm polîtîkayeke 150'î salî ye."
Di dewama axaftinên xwe de Andok bal kişand ser veguhertinên ku bi derketina Tevgera Azadiyê re rû dan: "Bi derketina Tevgera Azadiyê re hewldanên gelê Kurd ên parastin û domandina hebûna xwe pêş ket. Beriya wê jî serhildan çêbûn, raperîn çêbûn lê di encam de gelê Kurd jiyana xwe bi temamî nedan bin ewlehiyê û hebûna xwe mayînde nekirin. Ji ber ku weke me destpêkê jî destnîşan kir zihniyeta dewleta tirk ji destpêkê heya niha zihniyeteke înkar û îmhayê ye. Ne nav li Kurdan kir ne jî li Kurdistanê, li ser vê bingehê jî tine hesiband û piştre jî xwest vê hebûna ku tine dihesibîne bi rastî jî tine bike. Rêbertî jî xwest guhertinan li ser vê esasê bide avakirinê. Di vê navberê de Tevgera Azadiyê weke Tevgera Serokatiyê derket holê. Serokatî got; 'em ji rewşa heyî ya Kurd û Kurdistanê şerm dikin, ev şerm jî ji bo me dibe bingeh ku em vê qirkirina ku li ser wan pêk tê ji holê rakin'. Tevgera Azadiyê ji destpêkê de li ser vî bingehî pêşket, ev tekoşîn wiha meşiya, gelê Kurd bû xwedî îrade, ji nû ve xwedî li zimanê xwe derket, bi cesaret bû û hate rewşeke wiha êdî daxwaza jiyaneke azad dike."
'DAXUYANIYA DOLMABAHÇEYÊ PLANÊN ERDOGAN HILWEŞAND'
Andok da xuyakirin ku bi mudexalekirina Erdogan re atmosfera çareseriyê ya heyî jî rastî hilweşandinê hat û bi vî rengî şîrove kir: "Di sala 2013'an de atmosfereke çareseriyê hat destpêkirin. Lê qaşo yê ku dixwestin pirsgirêka Kurd çareser bikin AKP bû. Hevdîtin destpê kir, agirbest çêbû û her weke din ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hin gavên berbiçav hatin avêtin, lê di encam de di hevdîtina Dolmabahçeyê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "ne Kurd heye, ne jî pirsgirêka Kurd heye. Ne mase ne jî ji niha û şûn ve wê hewildaneke me ya çareseriyê wê çêbibe'. Sedemê vê helwestê çi bû? Ji ber ku Rêbertiya me deh xalên sereke ji bo çareseriyê diyar kir û di wir de anî ziman ku ev pêk bên wê demê çareseriyeke mayîn de wê çibibe. Lê Erdogan ev li gorî berjewendiyên xwe xeter dît. Bi awayekî pir vekirî jî anîn ziman ku hevdîtinên wan ên bi Rêbertî re wê di wê çerçoveyê de be, lê ger ew di tesfiyekirina PKK de roleke mezin bilîze, wê demê ew ê hevdîtina pê re çêbikin. Ev nêzîkatî ji destpêka diyalogê û heya niha jî xwe didomîne. Armanca wan ew bû ku karibe bi rêya hevdîtin û rêbazên xwe yên 'çareseriyê', polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê bi kar bîne. Wan ti carî qala agirbestan nekirin û nakin, herî dawî jî bi êrîşen hewayî nêzîkatiya xwe di pratîkê de nîşan dan. Tevî ku li hember xwezaya Kurdistanê bi her awayî sucan dikin, li her derê bi her awayî di çerçoveya qereqol û qaleqolan de xwe bi rêxistin dikin."
'AKP'Ê XWEST DI ŞEXSÊ HDP'Ê DE SIYASETA DEMOKRATÎK TÊK BIBE, LÊ SIYASETA AKP'Ê TÊK ÇÛ'
Andok pêvajoya hilbijartinê bîbir xist û anî ziman ku di dema hilbijartinan de ji bo ku siyaseta demokratîk di şexsê HDP de bi ser nekeve çi ji destên AKP'ê hat kir. Di dewama axaftina xwe de Andok wiha pê de çû: "Serketina HDP weke mirina xwe dîtin, ji ber wê bi her awayî xwestin astegiyan ava bikin. Di her axaftinên xwe de dest bi provakasyonan kir û berê êrîş, propaganda û ajîtasyonan bi temamî dan HDP. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku dewleta Tirk şerxwezî û israra xwe di polîtîkaya înkar û îmhayê de bi awayekî vekirî raxist ber çavan. Tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin jî cihê xwe di vê çerçevê de digire. Pir vekiriye ku dewleta Tirk destek dide DAIŞ' ê, di nava wan de şer dike, diparêze û plansaziya wan derdixe. Ew jî dide diyar kirin ku armanca wan ew e ku Kurd li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statu. Weke rêxistina me jî da diyar kirin, serketina me ne li hemberî DAIŞ'ê ye, ew li hemberî dewleta Tirk e. Ji ber ku yê ku di wir de şer dike ne DAIŞ, dewleta Tirk e. Mînaka herî berbiçav jî tecrîda li ser Rêbertiye."
'BI HELWESTA GELÊ KURD LI BIN KET'
Andok anî ziman ku destketî û helwesta gelê Kurd ji bo dewleta Tirk binketinekî mezin e. Û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Ka niha çibû, ma ne dewleta Tirk bû ku digot 'em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin? Ma ne wan destnîşan kir ku yê herî bi bandor di vê mijarê de Rêbertî ye? Ev tê wê wateyê ku wan di rastiyê de xwestin vê diyalogê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê Rêbertiya me planên wan binxist. Hem di Rojava, hem jî di Bakurê Kurkistanê de. Desketiyên Kurdan ku li Rojava çêbûn, serketinên ku hatin bidestxistin û nasnameya Kurdê azad tevî ku di hilbijartinên gîştî yên Tirkiyê de jî bi serketina neteweya demokratîk re, binketineke dîrokî hikûmeta AKP da jiyandin û ev tengaviyeke mezin da wan. Ji ber dîtin ku wê desthiladariya wan ji çareseriyê ti sûdê wernegre, dev ji vê berdan û hevdîtinên bi Rêbertiyê re dan sekinandin. Di rastiya xwe de Rêbertiyê hewlwest li hemberî polîtîkayên wan de danî."
'YÊ KU RÊYA AZADIYÊ NÎŞANÎ ME DA RÊBERTÎ YE'
Andok anî ziman ku ew hemû deyndarên Rêbertiya xwe ne û wiha domand: "Ne tenê weke gerîla, weke gelê Kurd em deyndarên Rêbêrtî ne, yê ku jin rakir ser piyan, ciwan rakir ser piyan, ew kirin ciwan û xwedî rêxistin kirin Rêbertiye. Rêbertî ew Kurdên ku di nav pencên tinebûnê de rûbirû mabûn şiyar kirin û ew kirin stêrkek ku ezmanan ronahî dike. Niha jî her kes bi serê gelê Kurd sond dixwîne. Mirov dikare bêje ku gelê Kurd di encama vê tekoşînê de şiyar bû û bi ser xwe ve hat. Dibêjin dema gelê Kurd sozekê dide heya ser xwîna xwe divê pêk bîne. Yê ku rêya azadî, xwe naskirin, nasname û vînê nîşan me da Rêbertiye. Em jî weke milîtan tevî gelê xwe divê soza şopandina vê rêya pîroz bidin."
'BI XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTIYA XWE RE DIVÊ EM DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN'
Andok bal kişand li ser kesên ku dixwazin xwedî li mirovatiya xwe derkevin divê di nava seferberiyê de têbikoşin, eger em dixwazin mirovatiyê ji destên xwînmijan xilas bikin wê demê divê em dîwarên Îmraliyê xira bikin. Andok wiha dawî axaftina xwe anî: "Divê her kesek ku ji xwe re dibêje azadîxwez, aştîxwez, kesên ku dibêjin em mirovin yan jî dixwezin bibin mirov, li dijî zlim û çarmixkirina Rêbertî, di asteke herî jor de bibin xwedî helwest. Mirovahî îro deyndarê Rêbertî ne. Rêbertî nirxên demokratîk, komînal û nirxên ku mirovan dikin mirov mezin kir, bilind kir û kir malê hemû mirovahiyê. Ji ber wê jî mirovahî hemû deyndarên Rêbertîne.
Di asta seferberiyê de tevger bûn pêwîste. Ji xwe pêvajo pêvajoyeke pêngav û tevgerê ye. Êdî hevdîtin jî me têr nake, divê Rêberê me azad bibe. Her kes xwedî agahiye ku bi azadbûna fîzîkî ya Rêber APO re wê her tişt çareser bibe, azadî û aştî dîsa bibin para mirovahiyê. Dê hemû cûreyên dek û dolabên desthiladaran ji holê rabin. Eger gelê Kurd dixweze ji DAIŞ ê xilas bibe divê di azadkirina Rêbertî de cih bigrin. Eger ku dixwaze di dewleta Tirk de guhertin û veguhertin çêbibin, demokrasî pêşbikeve ew mecbûr in di azadiya Rêbertî de risteke sereke bilîzin. Eger ku dixwazin kaosa Rojhilata Navîn bi dawî bibe û mirov rojana ewqas neyên kuştin, aştî hebe, aramî hebe, wekhevî hebe, hev du temam kirin hebe û hevjiyaneke azad serwer bibe divê hemû mirov ji bo azadiya Rêbertî di nava liv û tevgerê de bin. Rewşa gelê Kurd a heyî jî ew e û heya ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe nexe dest divê her dem di nava seferberiyê de be."