'Nêzîkatiya li Rêbertiya me sedema şer û aştiyê ye'

Ronahî: Ji bo pêvajoya çareseriyê veguhere muzakereyê û aştiya mayînde pêk were, rê yan jî gava bingehîn azadî û ewlekirina tenduristî û jiyana Rêbertiya me ye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bibîr xist ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare Heyeta Îmraliyê bibîne û got, "Ji bo pêvajoya çareseriyê veguhere muzakereyê û aştiya mayînde pêk were, rê yan jî gava bingehîn azadî û ewlekirina tenduristî û jiyana Rêbertiya me ye."

Ronahî da xuyakirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd êdî ne rewşeke ku bi hevdîtinên di navbera heyetên dewlet û HDP'ê de were bi sînorkirin e û got, "Girîng e Rêbertiya me azad bibe, karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û nêrînên xwe bi awayekî azad bilêv bike. Heta ku şert û mercên Rêbertiya me neyê sererastkirin, heta ku nikaribe bi raya giştî û bi tevgera me re yekser têkiliyê deyne, pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser nabe."

Ronahî diyar kir ku divê pêvajo di bin sîwana Meclîsê de bi ewlehiyên qanûnî û destûra bingehîn bi awayekî zelal û fermî bê meşandin û ev xal destnîşan kir:

"Pêwîste pêvajoya diyalogê êdî veguhere muzakereyê, ji bo vê Heyeta Çavdêriyê were avakirin û rojnamevan, rewşenbîr karibin bi Rêbertiya me re hevdîtinê bikin. Di heman demê de divê şert û mercên jiyan û xebata azad ên Rêbertiya me bên afirandin, ekîbeke sekreterya ya karibe pê re bixebite biçe Îmraliyê û bê û Heyeta HDP'ê jî kengî bixwaze bi Rêbertî re hevdîtinê bike. Pêvajoya diyalog û nîqaşê qediya ye, gelek mijarên divê werin nirxandin hatine nîqaşkirin. Êdî pêwîstî bi avêtina gavên şênber heye."

'DIVÊ DI NAVBERA ALIYAN DE BELGE WERIN ÎMZEKIRIN'

Ronahî anî ziman ku divê Meclîs bikeve dewrê, guhertinên qanûnî yên ku pêvajoyê ewle bike pêk bîne, dest bi amadekariyên destûreke bingehîn a demokratîk bike û destnîşan kir ku agirbesteke zexmkirî girîng e.

Ronahî da xuyakirin ku agirbest heta niha bi awayekî yekalî ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye meşandin û got, "Raya giştî dibîne ku agirbest ji aliyê AKP'ê ve hatiye qedandin. Heta ku ewlehiya agirbesteke zexmkirî neyê dayîn, ne pêkan e pêvajo were meşandin. Ji bo ev pêvajo bigihêje aştiyeke mayînde pêwîste di mijarên li ser li hev hatiye kirin, di navbera aliyan de belgeyên fermî werin îmzekirin. Bêyî fermiyet û ewlehiya qanûnî meşandina vê pêvajoyê nabe, ne rasteqîn e. Li ti welatî muzakere bi vî rengî nehatine meşandin. Ji bo ev hemû pêk werin, beriya her tiştî divê mercên jiyan û xebata azad a Rêbertiya me hebe. Heta ku ev şert û merc hemû bicih neyên anîn, sedema radîkalkirina têkoşînê ya gelê Kurd, tevgera me ya azadiyê û jinan, ji holê ranebe."

'NÊZÎKATIYA LI RÊBERTIYA ME SEDEMA ŞER Û AŞTIYÊ YE'

Ronahî da zanîn ku eger di çarçoveya wan diyar kirin de muzakere destpê neke û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike, Tirkiye wê nikaribe xwe ji rewşeke nû ya kaosê rizgar bike.

Ronahî diyar kir ku hêviya aştiyê û atmosfera erênî ya bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re derket holê, dikare bi jehrî bibe û rewşeke nû ya şer destpê bike û got, "Di rewşeke ku rewşa aştiyê xurt bûye de tecrîdkirina mîmarê vê Rêbertiya me, bi awayekî vekirî tê wateya biryara şer. Me her tim ev yek dest nîşan kir; Nêzîkatiya li Rêbertiya me ji bo me sedema şer û aştiyê ye. Ne tevgera me, ne gelê Kurd, ne jî hêzên aştî, demokrasiyê nikare van pêkanînên li hemberî Rêbertiya me qebûl bikin. Ev ne pêkan e. Ji bo pêvajoya çareseriyê veguhere muzakereyê û aştiya mayînde pêk were, rê yan jî gava bingehîn azadî û ewlekirina tenduristî û jiyana Rêbertiya me ye. Em nema dikarin xwe lê rabigin ku di bin navê diyalogê de polîtîkayên mijûlkirinê were meşandin û rewşa sermuzakerevaniyê ya Rêbertiya me were baypaskirin. Israra di vê mijarê de ji bilî şer û kaosê rê li ber tiştekî venake. Ev yek wê ne tenê bi gelê Kurd, bi tevahiya gelên Tirkiyeyê bide windakirin."

Ronahî destnîşan kir ku êdî qonaxa bi tenê çûyîn û hatina heyeta Îmraliyê qediya ye û anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û temînata ewlekarî û jiyana wî, pêwîstî bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê heye.

Ronahî ragihand ku heta li sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hebe, jiyan û azadiya Rêbertiya wan ewle nabe, pêvajoya çareseriyê venaguhere aştiyeke mayînde û got, "Em nema dikarin xwe lê rabigirin ku Rêbertiya me saleke din di nava îşkenceya li Îmraliyê de bê ragirtin. Gelê me di vê mijarê de her tim helwesta xwe ya zelal nîşan daye. Çalaiyên di rojên dawî de bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêbertiya me tên lidarxistin, erênî ne. Lê belê têrê nakin. Bi pêşengiya jin û ciwanan divê çalakiyên hîn radîkal, tevlîbûneke berfireh û herdemî werin lidarxistin. Di heman demê de divê derdorên demokrat, rewşenbîr û alîgirên aştiyê yên li Tirkiyeyê jî xwedî li vê pêvajoyê derkevin û bi dîtina rola Rêbertiya me re ji bo destpêkirina muzakereyê tevlî çalakiyan bibin.