Cenazeyên 5 şervanan ber bi Bakur ve bi merasîmekê hatin oxirkirin

Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û şervanekî MLSPB ên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê şêniyên Dêrik û Girkê Legê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û şervanekî MLSPB ên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê şêniyên Dêrik û Girkê Legê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin oxirkirin.

Şervanên YPG’ê Şewket Demier (Çiya Amed), Necat Şah (Felat), Rojhilat Qehreman (Têkoşer) û Şemdîn Eya (Serhildarn Dêrik), her wiha cenazeyê şervanê MLSPB’ê  Albêr Çakîz (Ehmed Tanir Koç) di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan welatiyên bajarê Dêrik û Girkê Legê bi armanca wergirtina cenazeyan li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Girseya ku bê navber dirûşme qîriya, piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî wesayîtan ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve ket ser rê.

Li ber deriyê Sêmalka merasîma leşkerî hate lidar xistin û paşê fermandarê YPG’ê Zinar Kobanê axivî. Kobanê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Şoreşa Rojava bi saya berxwedana cangoriyan gelek destketî bi dest xistine."

Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tevlî xebatên parastinê bibin û li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe bidin. 

Di mersasîmê de her wiha endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava yê Dêrikê Şiya Dêrik axivî û serketinên Rojava di warê siyasî, leşkerî û dîplomasî de hatine bi dest xistin anî ziman. Dêrik diyar kir ku ku hemû destketî bi saya berxwedan û tekoşîna şervanên YPG/YPJ’ê bi dest ketine û soza şopandina rêya cangoriyan da.

Piştî axaftin bi dawî bû sicîlên şervanan hatin xwendin û radestî Saziya Malbatên Şehîdan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Ji wir jî wê derbasî Bakurê Kurdistanê bêne kirin û li cihê lê ji dayik bûne bêne definkirin.

...