Karasû: Xeteriya li ser Elewiyên li Tirkiyeyê zêde bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku nêzîkatiyên mezhebî yên hikûmeta AKP'ê, ji bo rûdana rêxistinên li dijî mirovahiyê yên mîna DAIŞ'ê re zemîn afirandine û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê xeteriya li ser Elewiyan zêde bûye.

Karasû ji ber salvegera Komkujiya Sêwasê, ku 33 hunermend û rewşenbîrên Elewî jiyana xwe ji dest dan, ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser xeteriyên civata Elewî pê re rû bi rû ye.

Karasû şerê mezhebî yê li Rojhilata Navîn û rola Tirkiyeyê ya di vir de bibîr xist û anî ziman ku Elewiyên Tirkiyeyê li erdnîgariyeke welê dijîn ku mezhebperestî dikare lê bê tevdan. Karasû ragihand ku zîhniyeta olperestî û mezhebperestî ya AKP'ê, xeteriya li ser Elewiyan zêde kiriye û got, "Eger em bêjin 'xeteriyeke bi vî rengî nîne', 'Rojhilata Navîn dikare hebe, lê li Tirkiyeyê nabe', hingî em ê bikevin nava xefleteke mezin. Ji ber ev polîtîkayên AKP’ê wek nifşekî li dijî baweriyan wek dijmin hatiye teşekirin. Ji bo nifşekî wisa derkeve holê pêşengî kiriye.  Bi vî awayî li dijî  bawerî û etnîkên cuda, kesên xwedî fikrên siyasî yên cuda, sor kirine. Mezûnên Îmam Xetîbê ji yên dibistanên din cuda girtine. Ev hemû bê guman xetereya li ser Elewiyan zêde dike."

Karasû destnîşan kir ku yekan rêya ku pêşî li vê xetereyê digire, zîhniyet û pergalake siyasî ya ku jiyana demokratîk û azad qebûl dike ye. Karasû bi lêv kir ku heta zîhniyet û pergaleke siyasî ya xwe dispêre neteweya demokratîk dernekeve holê wê Elewî û baweriyên din bi komkujiyan re bên rû hev.

Karasû têkildarî komkujiya Sêwasê ya ku di ser de 22 sal derbas bûye de axivî û bal kişand ser xetereyên didomin û ev xetere dikarin çawa bên beralîkirinê.

Karasû da xuyakirin ku bi komkujiya Sêwasê re gelek tişt hatin hedef girtin û anî ziman ji bo ev komkujî bê fêmkirin divê Tirkiyeya 1993’an bê fêmkirin. Karasû da zanîn ku têkoşîna azadiya Kurd di 1993’an de gihiştiye asta herî bilind, di navbera 1990-91-92’an de serhildanên mezin pêk hatine û têkoşîna gerîlayan li her qadê belav bûye. Karasû wiha berdewam kir: "Yanî têkoşîna azadiya Kurd Tirkiye aniye vê nuqteyê. Dewleta Tirk bi şerê qirêj xwest Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Bi vî şerê qirêj hewl dida ku têkiliya di navbera gelê Kurd û tevgera Azadiyê de qut bike. Li aliyê din jî di alî leşkerî de, polîtîkaya serdestiya qadê dihat meşandin, li bajaran şebekeya JÎTEM, Hîzbulkontra  di dewrê de bûn. Di destpêka sala 1992’an de li dijî gelê Kurd jî ev şerê qirêj hatiye meşnadin. Di 1993’an de li kolanan her roj kesek dihat qetilkirin. Gund dihatin şewitandin. Bi hezaran mirov rastî îşkenceyan hatin. Bi mîlyonan koçber bûn. Bi hezaran xistin zîndanan. Di rewşeke bi vî rengî de komkujiya Sêwasê pêk hatiye.

Di vê demê de eleqeya Kurdên Elewî ya ji têkoşîna azadiyê re gelek zêde bû. Beşdarbûneke mezin ya ciwanên Kurdên Elewî ya tevgerê hebû. Dîsa li Ewropayê jî bandora Tevgera Azadiya Kurd zêde zêde li Kurdên Elewî hebû. Piştî faşîzma 12’ê Îlonê li dijî Tevgera Azadiya Kurd sempatiyek mezin pêş ketibû. Komkujiya Sêwasê di demek wisa de pêk hat."

Karasû da xuyakirin ku li dijî bernameya Pîr Sûltan Abdal provokasyon pêk hatiye û li ber otela Madimakê bi hezaran kes berhev bûne. Karasû wiha berdewam kir: "Rojek beriya bûyerê li dijî kesên beşdarî şahiya Pîr Sûltan bibin, li gelek deveran êrîş pêk hatibû. Lê ne artêşê û ne jî polîs pêşî li van negirtin. Di vir de pirsgirêkek hebû. Dest nedidan êrîşkaran. Suleyman Demîrel gotibû ‘Welatî û polîs nehatine hemberî hev, ev tiştekî baş e’. Bi vê gotinê rewş rewa kiribû. 

'ÇAVÊ ELEWIYAN TIRSANDIN'

Di vir de gelek mijarên dihatin armanckirin hebûn. Dixwestin pêşdaraza Elewî-Sunnî û aloziyê kûr bikin, li ser vê elewiyan bikin qurban. Gelek bûyerên bi vî rengî ku Elewî hatine qurbankirin hene.  Bi komkujiya Sêwasê re jî xwestin Elewiyan bitirsînin, biçewisînin. Têkiliya Elewiya a bi Tevgera Azadiya Kurd re dîtin û xwestin bi vê komkujiyê wan bitirsînin. Xwestin Elewiyan bikin bin kontrola dewletê. Bê guman di van mijaran de serketin jî bidestxistin."

Karasû wiha berdewam kir: "Divê komkujiyê de hinek aliyên Îslamî hatin bikaranîn. Bi hezaran kes li ber Otela Madimakê hatine cem hev û otel dane ber agir.  Li dorê reska mirinê lîstine. Ji vê rewşê namerdîtir çi heye gelo? Bê guman hinek hêzên Îslamî û derdor ji vê berpirsyarin. Dewlet bi sîxuran provakasyonên wisa dike. Lê çima ewqas mirov hatine berhevkirin, çima li dijî Elewiyan ewqas pêşdaraz heye? Divê ev bên pirsîn. Bê guman dewleta kûr, hêzên cuda di vê komkujiyê de hedefên wan hebûne."

'HILBIJARTINA SÊWASÊ NE RASTHATIN E'

Karasû diyar kir ku hilbijartina Sêwasê û bûyera li Sêwasê pêk hatiye ne rasthatineke û got: "Sûnnî û Elewî li Sêwasê bi hev re dijîn. Berê li Sêwasê di serî de Kurd, piranî Elewî zêde bûn. Nîvê wê Elewî bûn. Elewî û Sûnnî li gel hev dijiyan. Lê pêşdaraz û aloziyek hebû. Ez li Sêwasê mabûm, min nêzîkatiya wan a li hemberî hev dizanibû. Pêşdarazî û bêbawerî hebû. Di salên 70 de li Sêwasê bûyer qewimîbûn. Li Tokat, Çorûm, Meletî û Mereşê li dijî Elewiyan komkujî çêbibû. Ev  jî ji ber aloziya di navbera Elewî û Sûnnî de pêk hat. Piraniya Sêwasiyan koçî Stenbolê kiribû. Koçî Ewropayê kiribûn. Lê piştî 2’ê Tîrmehê  koçberî zêdetir bû.

'SÊWAS BÊ ELEWÎ, BÊ KURD HAT HIŞTIN'

Armanca vê komkujiyê ev bû ku Sêwasê bê Kurd û bê Elewî bihêlin. Di vê komkujiyê de sedema hilbijartina Sêwasê ew bû ku aloziya di navbera Elewî-Sunniyan de zêde bibe. Ev alozî hema li her derê dikarîbû veguhere şer û pevçûnan. Piştî komkujiya Madimakê Sêwasê bê Elewî û Kurd hiştine.

'BÊ GUMAN GIHIŞTIN ARMANCÊN XWE'

Bê guman bi vê komkujiyê re gihiştin armancên xwe.  Bi vê komkujiyê re di asteke girîng de Elewî ji Tevgera Azadiya Kurd hatine dûrxistin. Elewî nêzî dewletê bûne û xwe ji însafa dewletê re hiştine. Ev encamên ku derketine holê ye."

'BANDORA KOMKUJIYÊ YA LI SER ELEWIYAN'

Karasû di dewama axaftina xwe de got, "Dewletê ji ser vê bandora travmatîk di nav Elewiyan de rêxistibûn pêk aniye û li aliyekî di mijara Elewiyan de hinek nermbûn kirine di esasa hinek rêxistinbûnan de kişandine cem dewletê û li aliyê din jî di weşanên çapemeniyê de di alî çandî de cih dane Elewiyan û xwestina wê hewaya cudakariyê ji holê rabikin. Bi van pêkanînan Elewî zêdetir kişandine cem xwe. Di alî konjektruel de komkujiya Sêwasê gihiştiye armanca xwe.

8 kesên din jî yên ku parêzeriya berpirsên komkujiya Sêwasê dikirin, ji AKP’ê bûn parlamenter.  Dîsa cezayên berpirsan di 13’ê Adara 2012’an de di dema AKP’ê de ji ber demboriyê ket. Erdogan ji bo vê gotibû bila ‘bi xêr be’. 

Kevneşopiya ku komkujiya Sêwasê pêkanî û AKP, ketine nava nêzîkatiya ku komkujiya Sêwasê normal dike. Ji ber vê tenê parêzeriya wê nekirine, di nêzîkatiya siyasî de, çapemeniyê de ev cînayet rewa kirine. Li şûna ku kesên komkujî pêk anîn bidarizîne, bi helwesta xwe pirsgirêk mezintir kirine.

'HELWESTA ELEWÎ Û REWŞENBÎRAN A BÊ RÊXISTIN CESARET DA ERDOGAN'

Erdogan û kevneşopiya jê derketiye, li dijî van komkujiya bi hestiyar tevnegeriyane. Ev jî ji ber vê diqewime. Rewşenbîr, nivîskar û ciwanê li ser van zîhniyetan zext nekirin. Eger rexne û şermezarkirin hebûya, wê ev cînayet wisa nehatibû rewakirin û parastin. Wê AKP’ê û Erdogan kujer wisa neparastana.

Di vê demê de hinek Elewiyên bi AKP’ê re hevkarî kirine hene. Beşdarî komxebatên Elewiyan dibûn pesnê AKP’ê û Erdogan didan. Polîtikayên wan rewa dikirin."

Karasû bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û got: "Hilbijartinên 7’ê Hezîranê di alî Elewiyan de bû qoxanek dîrokî. Elewî di seranserê dîroka xwe de bi nasname û baweriya xwe nehatine qebûlkirinê. Her tim rastî zextan hatine. Elewî her tim ji dewletê dûr ketine. Jiyana xwe bi pîrên, kal û seyîdên xwe berdewam kirine.

Elewiyan ti car nasnameya xwe li dijî pergal dewletê nekarî biparêze. Elewiyan zirarên mezin dîtine. Rastî zextên mezin hatine. Têkoşîna Gelê Kurd ne tenê bûye azadiya gelê Kurd. Bûye têkoşîna li dijî zîhniyeta yekparêz jî. Serketina vê têkoşînê di 7’ê Hezîranê de bi serketinê tacîdar bûye. Di encama vê têkoşînê de zîhniyeta yekparêz a dewleta Tirk parçe bûye. Bê guman di vê serketinê de rola Elewiyan girîng e. Elewiyan xwe rêxistin kirin û di encamên îro de bi bandor bûn. Di 7’ê Hezîranê de polîtîkaya dewletê ya Elewiyan vala hatiye derxistin.

'TRAVMA TÊ RAKIRIN'

Bi vê wesîleyê bi helwesta gelê Dêrsİmê ya di hilbijartinan de travmaya  komkujiya 1938’an hatiye rakirin û Dêrsimê dîroka nû daye destpêkirin. Ez di vî alî de Dêrsimê pîroz dikim û spasiyên xwe ji gelê Kurd û Elewî re dikim."

XETEREYÊN KOMKUJIYA NÛ

Karasû bal kişand ser xetereya komkujiyên nû û wiha pê de çû: "Polîtîkayên nû dikarin komkujiyên nû bîne rojevê. Ji ber ku polîtîkayên ku mezhebiyê kûrtir dike, dişopîne. Polîtîkayên xwe li ser mezhebiyê ava dike. Polîtîkayên wan ên li ser mezhebiyê hatine avakirin, bi komkujiyên hov re derket holê. Herî dawî li Kobanê sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Yanî êdî her kesê ne ji wan qetil dikin. Me rewşa Şengalê dît. Kî bi DAIŞ’ê re di têkiliyê de ye. Hikûmeta AKP’ê. Aliyê vê yê bê veşartin nemaye. Kes îftereyê nabêje ser AKP’ê. Tirkiye xwe wek dewletek mezin dibîne û dest davêj karên qirêj. Tirkiye DAIŞ’ê wek estruman bi kar tîne. AKP têkiliya xwe înkar dike, lê hemû cîhan vê dibîne. Dema DAIŞ li Girê Spî bû, AKP rehet bû, lê piştî YPG’ê ew der girt, nerehet bû. Li dijî ti pêkanînên wan dengê xwe dernexist. 

Li ser Kurdan komkujiyên mezin kir, AKP’ê tiştek negot. Li dijî Şengal û Kobanê dengê xwe dernexist. Têkiliya AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re bê guman ji pêşketina komên weke çeteyên DAIŞ’ê re zemînê ava dike. Li Rojhilata Navîn ji xwe dijminahiya mezhebî zêde bûye. Bê guman di vê hawirê de xetereya li dijî Elewiyan zêde bûye. Bê guman gel û bawerî di bin xetereyê de ne. 

Yekane rêya ku pêşî li vê xetereyê digire, zîhniyet û pergalake siyasî ya ku jiyana demokratîk û azad qebûl dike ye. Heta pergal û zîhniyeteke xwe nespêre jiyana neteweya demokratîk ava nebe, wê xeter, ya komkujiyan a li ser Elewî û baweriyên cuda ranebe."