Hevserokên DBP'ê yên Bajaran li Amedê civiyan

Hevserokên DBP'ê yên Bajaran, ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û nîqaşkirina xebatên dema pêş, bi serokatiya Hevserokên Giştî li Amedê civiyan.

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên Bajaran, bi beşdariya Hevserokên Giştî Kamûran Yuksek û Emîne Ayna li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariya Peyasê civiyan. Di civînê de endama Meclîsa Partiyê Semra Demîr a di dema berxwedana nobedê ya li Pirsûsê ya ji bo Kobanê de, di encama destwerdana leşkeran de bi giranî birîndar bû û demeke dirêj tedawî dît, amade ye. Di civînê de wê li ser encamên hilbijartinê û xebatên dema pêş nîqaş werin kirin.

Beriya civînê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek da xuyakirin ku wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de serketineke dîrokî bi dest xistine û got, "Heta roja îro me li Kurdistanê gavên girîng avêt. Bi taybetî li herêma Serhedê me mora xwe danî binê serketineke watedar. Botanê jî kevneşopiya xwe ya serketinê mezintir kir. Di vê civîna xwe de em ê encamên hilbijartinê yek bi yek binirxînin. Li Kurdistanê hema bêjin temamiya gelê me destek da têkoşîna me. Me encameke gelekî mezin bi dest xist."

Li dû axaftina Yuksek, civîn bi awayekî li çapemeniyê girtî, dewam kir.