KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Li herêma Sirrînê 18 çete hatin kuştin
Hêzên YPG/YPJ destnîşan kir ku di şerê sîng bi sîng ê li herêma Sirrînê de 18 çete hatine kuştin. Li Girê Spî jî di êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê de 6 çete mirin. Di van êrîşan de 2 şervanên artêşa azad jiyana xwe ji dest dan. -
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê hat binçavkirin
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Alî Bîlen li pêş navçeya Tarsûsê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Hêzên YBŞ-YPJ-Şengal girê Şîlo bi dest xistin
Hêzên YBŞ-YPJ-Şengal duh bi şev saet di 01.00’an de li girê Şîlo ya Şengalê çalakî pêk anîn. Di serdegirtinê de gir bi tevahî hat kontrolkirin û herî kêm 6 çete hatin kuştin. -
Esnafên nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da
Li navçeya Agirî Bazîdê esnafan nerazîbûn nîşanî binçavkirina 7 kesên ku di nav wan de siyasetmedarên Kurd jî hene dan û dikanên xwe venekirin. -
'Serketina mezin bi êrîşan nayê tepisandin'
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros li ser tecrîd, binpêkirina mafên hiqûqî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê û şîdeta li hemberî jinê, ji ANF'ê re axivî. -
Li Hesekê çi diqewime?
Êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê, her çiqas li dijî rejîmê bê dîtin jî hedefa esasî sekinandina pêşveçûna YPG'ê bû. Çeteyan xwest Hesekê weke Mûsilê bi dest bixin, lê li xeta parastinê ya YPG/YPJ'ê aliqîn. -
Destûr nayê dayîn girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin!
Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, roj bi roj xebaş û xetere dibe. -
Balafira bi enerjiya rojê Solar Impulse-2 li Hawaî ye
Yekemîn balafira bi temamî enerjiya rojê dixebite Solar Impulse-2 tûra xwe ya cîhanê didomîne. Solar Impulse-2, ji Japonyayê heta Hawaî rêwîtiya xwe ya 5 rojan bi serketî temam kir. -
'Rola dewleta Tirk belgekirî ye’
Fermandarê YPG’ê Kobanê Cemîl Mazlum, diyar kir ku li gorî belge û planên êrîşê yên di destê wan de yên têkildarî komkujiya Kobanê, zelal e ku baskê êrîşê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye. -
Di Doza Bêspîn de beraet
Di rûniştina doza ku di nav raya giştî de wek Doza Gorumlu (Bêspîn) tê zanîn heyeta dadgehê daxwaza dozger a beraetê erê kir, der barê Mete Sayar û 5 leşkerên bi paye de biryara beraetê da. -
Li Şemzînan ji ber zexta leşkeran gundiyan rê girt
Niştecihên gundê Nêrkule û Nawrezan ên girêdayî navçeya Şemzînan, li hember zexta leşkeran, danîna nuqteyên kontrolê li ser rêyan a bi armanca bidawîkirina bazirganiya sînor a yekane çavkaniya debara gundiyan e protesto kirin. -
Ji HDP’ê ji bo Saziyên Civaka Sivîl û şaredariyan serdana spasiyê
Hevserokên Bajarê Wanê û parlamenterên HDP’yî, serdana saziyên civaka sivîl û şaredariyan kirin û ji ber piştgiriya di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de spasiya wan kirin. -
Li Qoserê komkujiyên li hember jinan hatin şermezarkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meclîsa jinan, ji bo jina ciwan a li Qoserê daliqandî hat dîtin û qetilkirinên li hember jinan ên di demên dawî de, li Qada Azadiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. -
Di doza JÎTEM a Kerboranê de daxwaza neqlê hat redkirin
Dadgeha Bilind daxwaza neqilkirina dosyaya “JÎTEM’a Kerboran” a bi hinceta “ewlekariyê” sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hatibû kirin û têkildarî qetilkirina 7 sivîl û leşkerekî hatiye vekirin red kir. -
HRW’ê der barê êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de raporek weşand
HRW’ê der barê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di roja 25’ê Hezîranê de li hember Kobanê raporek weşand. -
Li Erdîşê zarokekî 12 salî mirî hat dîtin
Li navçeya Erdîş a Wanê zarokê bi navê Mahsûm Turkoz ê 12 salî li mala xwe mirî hat dîtin. -
Rewşa dawî li Helebê
Li Helebê komên cîhadîst dest bi êrîşeke nû kirin, hêzên rejîmê jî êrîşên hewayî pêk anîn. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Burak anîn Rihayê
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Muhammed Burak ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê. -
Di doza qetilkirina Ayşe Hanay de du kes hatin tehliyekirin
11’ê Sibata 2012’an li gundê Dîreklî yê navçeya Ebex a Wanê Ayşe Hanay a 23 salî piştî rastî lêdanê hat bi keleşnîkofê hat qetilkirin. -
Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Nûrheq: Hindik maye em bigihêjin Sirrînê
Ji fermandarên YPJ'ê Engîzek Nûrheq destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de ew nêzî Sirrînê bûne û êdî şer li Sirrîn û derdora wê diqewime. -
Artêşa Tirk dest bi operasyonên provokatîf dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji 2’yê Tîrmehê danê sibehê ve li gundên Girê Dêm, Xarik û Kela Gork a Tendureka Agirî operasyonek da destpêkirin. -
Nasnameya şervanekî YPG'ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya şervanekî YPG'ê yê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî taxên Kurdan ên li Hesekê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. -
HPG: Tevgera leşkerî zêde dibe
HPG’ê diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li Bakurê Kurdistan û xeta sînor zêde bûye û her wiha da xuyakirin ku kemîn û bombebaran didomin. -
FCÎK: Divê Kurd derfetên xwe ji bo Kobanê seferber bikin
Federasyona Civata Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK), di serî de Kobanê ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê kir. Berdevkê Çapemeniyê yê Federasyonê Atay destnîşan kir ku her alîkariya ji bo Rojava ya dorpêçkirî were kirin, pîroz e. -
YPG/YPJ li başûrê Kobanê û derdora Ayn Îsa her bi pêş ve diçin
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê û li derdora bajarokê Ayn Îsa li hemberî herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de ne operasyonan lidar dixin, her bi pêş ve diçin. Li başûrê Kobanê gundek û çend girên stratejîk hatin azadkirin.