YPG: Li herêma Sirrînê 18 çete hatin kuştin

Hêzên YPG/YPJ destnîşan kir ku di şerê sîng bi sîng ê li herêma Sirrînê de 18 çete hatine kuştin. Li Girê Spî jî di êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê de 6 çete mirin. Di van êrîşan de 2 şervanên artêşa azad jiyana xwe ji dest dan.

Di çarçoveya operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê de 18 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li rojhilatê Girê Spî jî çeteyan êrîşên xwekujiyê lidar xistin. Li vir jî 6 çete hatin kuştin. Di şer de 3 şervanên YPG/YPJ'ê û 2 şervanên artêşa azad jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku operasyonên li başûrê Kobanê li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne, dewam dikin.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî gundê Serêkaniyê yê li başûrê Kobanê derketine operasyonê û ev agahî da:

LI GUNDÊ SERÊKANIYÊ YÊ LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 18 ÇETE HATIN KUŞTIN'

"Li gund şerekî dijwar û sîng bi sîng qewimî. Hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Di encama şerê li vê gundî de bi qasî hatiye zelalkirin 18 endamê çeteyan hatine kuştin, 12 çete jî birîndar bûne.

'3 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN'

Di şerê li gundê Serêkaniyê de 3 hevrêyên me ku bi ruhê fedaîtî li dijî çeteyan şer dikirin gihîştin şehadetê."

LI DIJÎ GUNDEKÎ GIRÊ SPÎ ÊRÎŞA XWEKUJIYÊ

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di 20:00 de li rojhilatê Girê Spî li hemberî gundekî ji aliyê şervanên Artêşa Azad ve dihat parastin êrîşên xwekujî lidar xistine û der barê bûyerê de ev agahî da:

"Çeteyan di destpêkê maşînekî bi teqemenî barkirî li vî gundê Qinetra yê li ser sînorê Tirkiyeyê ye teqandin. Ji ber tedbîrên ewlekariye, vê teqînê zerar negihand şervanan. Piştî vê teqandine 4 çeteyên ku madeyên teqemenî li ser xwe ve giredabûn êrîşên xwekujî pêkanîn. Di vê êrîşê de 2 şervanên Arteşa Azad gihîştin şehadetê. Di vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 6 endamê çeteyan mirine."