'Serketina mezin bi êrîşan nayê tepisandin'
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros li ser tecrîd, binpêkirina mafên hiqûqî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê û şîdeta li hemberî jinê, ji ANF'ê re axivî.
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros li ser tecrîd, binpêkirina mafên hiqûqî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê û şîdeta li hemberî jinê, ji ANF'ê re axivî.
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros li ser tecrîd, binpêkirina mafên hiqûqî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê û şîdeta li hemberî jinê, ji ANF'ê re axivî.
HEVBEŞBÛYÎNA JIYANA HEMÛ GELAN
Li ser mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye şidandin de sedem û xeteriyên ku di rojevê de ne Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros ev nirxandin kir: "Di van demên dawî de ji aliyê Hikûmeta AKP’ê ve tecrîda li ser Rêber Apo hatiye şidandin. Ev hişmendî û dijminatiya AKP û dewletê ya li hemberê Gelê Kurd diyar dike. Serketina HDP’ê di hilbijartinan de, serketina jiyana hevbeş ya hemû gelan e. Ev di têkoşîn bi hêza jin û derdorên demokratik re derket pêş û xwe gihand asteke mezin. Ne bi tenê di şêwazê hêz de ma, bû çalakiya guhertin û demokrasiyê."
'TECRÎD Û KOMKUJÎ TÊKOŞÎNA ME GURTIR DIKE'
Zagros serketina hilbijartina 7’ê Hezîranê jî nirxand û da zanîn ku ev projeya jiyana azad ku bi rengekî berbiçav derket pêş, ji bo hukmeta AKP’ê nebû cihê kêfxweşiyê bû cihê tirs û xofê. Zagros destnîşan kir ku ev pêşketin tê wateya sînordarkirina hişmendiya desthilatdariyê û rewş wiha nirxand: "Bê guman dewlet û hikûmeta AKP’ê li hemberê pêşketinên gelê Kurd nerazîbûn nîşan dan û bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd re bersiv dan. Dîsa dewletê li hemberê vê yekê nerazîbûn nîşan da û bi hêrsa binketinê li Kobanê jî komkujî li gelê Kurd kir. AKP di siyasetê de hesaben cuda dikir. Li gorî hesabên xwe di dilê xwe de xwestibûn ku siyasetekê bimeşîne. Ev jî li gorî berjewendiyên xwe bûn. Di bingeh de pirsgirêka Kurd çareserkirin nebû. Dixwestin ku hemû hêzên demokratîk bixapînin û bi vî awayî bi ser bikevin. AKP hezim nekir ku HDP bibe hêza demokratîkbûna Tirkiyê. Lewma em dibêjin ku xebatên AKP ne stratejik bû, taktîk bû."
'EM STRATEJÎK NÊZ DIBIN'
Zagros diyar kir ku ew stratejîk nêzî pêvajoya agirbestê û çareseriyê bûne û wiha pêde çû: "Di 28’ê Sibatê de ew deklerasyona ku li Dolmabahçeyê hat aşkerakirin, bi hewildanê Rêber Apo bû. Lê Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP'ê ji 5’ê Nîsanê û vir ve nehiştiye ku heyeta HDP’ê biçe Îmraliyê. Ji ber ku niyata wan a çareseriyê nebû. Her kes dizane ku ev proje ya çarêseriyê ya Rêber APO’ye. Her wiha partiya ku siyaset û têkoşîna demokratîk li Tirkiyê dimeşîne jî HDP’ye. Ji ber vê yeke jî êrîşên dijwar tînin ser HDP’ê. Dewlet û hikûmet di bin zextên hêzên demokratik û raya giştî de neçar man ku xwe wek alîgirê çareseriyê nîşan bidin. Ji ber ku niha li Tirkiyê pirsgirêka herî bingehîn û şênber, pirsgirêka Azadiya Kurdan e. Hikûmetên dibin desthilatdar eger pirsgirêka Kurd çareser nekin, li bin dikevin. AKP jî bi sala ne dibêje, ‘ku pirsgirêka kurd nîne.’ Lewma ku Hêzên Demokratîk di hilbijartinan de bersiveke rast û rasteqîn dan AKP’ê.
'FAŞÎZMÊ WINDA KIR, DEMOKRASÎ BI SER KET'
Nêzîkbûna AKP’ê li hemberê Kurdan-Kobanê û piştgiriya ji DAIŞ’ê re li ber çavan bû. AKP li benda ketina Kobanê bû. Beriya niha AKP’ê Gelê Kurd ji aliye baweriyê ve dixapand û kedkarên Tirk jî bi heman şêwazê dixapand. Lê niha rûpêça AKP’ê bi rengekî aşkera ketiye. Zagros, ji bo bilindbûna dengê HDP’ê di hilbijartinê de jî wiha vegot: "Bilindbûna dengê HDP’ê bingeha xwe ji projeya Rêber Apo digire. Her kes baş dizane ku mîmarê jiyana gelan a hevbeş Rêber Apo ye. Ev modela ku Rêber Apo pêşengtiya wê dike îro hem li Tirkiyê û hem jî li Rojavayê Kurdistanê eniyeke demokratîk ava kiriye. Ev pêşketina Gelê Kurd ji bo AKP’ê tê wateya tinebûnê. Ji ber ku AKP bi zîhniyeta înkarkirinê û tinekirinê de xwe îfade dikir."
'LI KOBANÊ KOMKUJÎ, LI ROBOSKÎ ÊRÎŞ'
Zagros da zanîn ku DAIŞ û AKP’ê di heman demê de êrîş kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya niha DAIŞ êrîş bi desteka AKP'ê bir ser Kobanê. Beriya çend rojan jî Dewleta Tirk li Roboskî êrîşî gelê Kurd kir. Ev her du hêz û siyaseta wan an hovane mirov nikare ji hev qut bike. Êdî AKP li hemberê Kurdan êrîşên pir mezin dike. Ji bo vê jî bi hemû dewletan re têkiliyên xwe li ser dijminatiya Kurdan pêş dixe. Niha li qada navneteweyî gelê Kurd di Rojava de ew destketiyên ku bi dest xistin wek gelek xwedî statu tên nasîn. Pisgirêka Gelê Kurd a azadiyê di qada navneteweyî de wek pirsgirêkek sereke ye. Yê ku îro li hemberê DAIŞ’ê xwînê dirijîne û li ber xwe dide, bi tenê gelê Kurd e. Pîr, kal û zarok bi berxwedana xwe Destanên Dîrokî dinivîsin. Niha hemû hêzên derve bi vê rastiyê ve piştgirî didin gelê Kurd. Ew zemînê ku berê dewletê li ser polîtîka dikir êdî belav bûye. Her ku dewlet li hemberê pêşketina Gelê Kurd tengezariyan dikşîne berê xwe dide nirxên me yên sereke. Ji ber ku Rêber Apo û gelê Kurd xetên me yê sor in.
'REWŞEKE NÛ DERKETIYE HOLÊ'
Şoreşa Rojava bû nirxê hemû mirovahiyê. Ev bi perspektîfên Rojavaya Xweser û Sûriyeya demokratik bû. Ji ber ku îro li Sûriyê hêza dînamîk û peşeng YPG ye. Bi rizgarkirina Çiyayê Evdilezîz û Şoreşa Rojava merheleyek nû pêşketiye. Li ser vê mijarê jî Zagros nêrînên xwe wiha parve kir: "Armanca YPG’ê û gelê me ji bo eniyeke hevbeş a demokratîk bi gelên din re avakirine. Ev enî li hemberê faşîsta DAIŞ e. Ev jî gaveke stratejîk e. Ne rejîm û ne jî hêzên muxalefetê li Sûriyeyê bi ser ketin. Ji ber ku armanca van her du hêzan jî desthilatdariya xwe xurtkirin bû. Daxwaziya Tev-Dem û PYD’ê pergaleke demokratîk ava kirine. Dema ku rejîma Baas rûxiya, destpêkê hemû hêzan xwe tevlî serhildana hêzên muxalefet kir. Lê piştre dema ku dîtin hêzên ku bi navê Muxalefeta Sûriyeyê xwe bin av dikin xwedanê perspektîfên jiyana azad nînin. Lewma hêdî hêdî hin derdoran xwe ji aliyê muxalefetê kişandin. Her wiha hemû gel destketiyên xwe yên hevbeş di pergala Kantonan da dîtin. Ji ber ku gelê Kurd perçeyeke esasî ji gelê Sûriyeyê û hêzeke demokratik e."
'JI BO BERJEWENDIYÊN AZADIYÊ BIBIN YEK'
Di dema hikûmeta 52. de 32 jin ji partiya HDP’ê ketin meclisê. Bi giştî di parlamentê Tirkiyê de nêzî sed jin ketin meclisê. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem e ku ewqas hêjmarên jin ketin meclîsê. Li ser erk û bendewariyên jinên parlementer hêvî pir in. Bi qasê pirsgirêkê desthilatdariyê, ewqas jî derfetên azadiyê û nûnertiya rast derdikeve holê. Zagros jî li ser vê mijarê wiha axivî: "Em vê têkoşîn û serketinê li hemberê hişmendiya desthilatdariyê dibînin. Ev serketina li hemberê zihniyeta zilam û paşverûtiyê ye. Di heman demê de serketina pêngaveke demokratik a hemû jinan e. Heta ku hemû jin di nav eniyeke hevbeş de cihê xwe negrin, ne gengaz e ku têkoşîna azadiya jinê bigîhe serketinê. Îro hemû jin dibin vê banê de gihane serketinê. Têkoşîna jin û berxwedan ku hatiye asteke bilind encamê têkoşîna çil salan e. Kîjan jin ji kîjan partiyê hatibe hilbijartin ev ne girînge ya ku girîng e, berjewendiyên jin û reaksiyonên hevbeş in. Ji bo wê jî divê ku jinên siyasetmedar li hemberê hemû jinên Tirkiyê û Kurdistanê bibin xwedanê reaksiyonan û di asta zagonî de jî divê ku bi zagonan di hin mijarên bên ewlekirin."
'DIJMINÊ JINÊ DOSTÊ DAIŞ'Ê'
Zagros di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Rojnameya Star ku berdevkiya AKP’ê dike û êrîşî Fîgen Yuksekdag dike û wiha axivî: "AKP, alîkariya DAIŞ’ê dike û DAIŞ jî diçe mala diteqîne û mirovan dikuje. Li Şengalê 500 jinên Êzidî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. AKP tevî vî jî piştgiriya xwe bi rengekî vekirî da DAIŞ’ê. Ji ber ku siyaseta AKP, siyaseteke li hemberê jin e. Fîgen Yuksekdag erkên wê wek jin û wek partiyeke demokratik ji xwe divê ku ev be. Dema ku êrîşek wiha çê bibe, ne bi tenê li hember Fîgen Yuksekdag çê dibe, divê ku hemû jinên ku xwedanê hişmendiyeke demokratîk in, li hemberî vê êrîşê bisekinin. Ez di wê baweriyê de me ku hemû jin wê nerazîbûnên xwe li hemberî van êrîşan nîşan bidin. Di nav heyveke de pir jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin qetilkirin, ev birîna civakê ya ku nayê kewandin e. Divê ku jin li hemberî van êrîşên hovane derkevin. Li hemberî êrîşan asta têkoşîna xwe bilind bikin. Dibe ku pergala zilam û dewletê di demên pêş de êrişên xwe hin tundtir jî bikin. Ji ber ku jin li hemberî xwe wek rêxistineke û wek eniyeke dijber dibînin. Ji ber ku jin têkoşîna huqûqî, sîyasî û rêxistinî dimeşîne. Çiqas hêza xwe dike yek, ewqas rastê êrişan tê û dibe hedefa zîhniyeta zilam. Destketiyên jinê tê wateya binketin û bi dawîbûna zihniyeta desthilatdariya AKP’ê."