Esnafên nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da
Li navçeya Agirî Bazîdê esnafan nerazîbûn nîşanî binçavkirina 7 kesên ku di nav wan de siyasetmedarên Kurd jî hene dan û dikanên xwe venekirin.

Duh li Agirî Bazîdê polîsan bi hemwextî bi ser malan de girtibûn û 7 kesên ku di nav wan de siyasetmedarên kurd jî hene binçav kiribûn. Esnafên navçeyê ji bo bertek nîşanî binçavkirinan bidin dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji xeynî dermangeh û firinan her der girtî ye.
7 kesên ku bêyî hincet hatibûn binçavkirin hêj li midûriyeta polîsan tên ragirtin. Hat zanîn ku nahêlin kesên binçavkirî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.