Di Doza Bêspîn de beraet
Di rûniştina doza ku di nav raya giştî de wek Doza Gorumlu (Bêspîn) tê zanîn heyeta dadgehê daxwaza dozger a beraetê erê kir, der barê Mete Sayar û 5 leşkerên bi paye de biryara beraetê da.
Di rûniştina doza ku di nav raya giştî de wek Doza Gorumlu (Bêspîn) tê zanîn heyeta dadgehê daxwaza dozger a beraetê erê kir, der barê Mete Sayar û 5 leşkerên bi paye de biryara beraetê da.
Di rûniştina doza ku di nav raya giştî de wek Doza Gorumlu (Bêspîn) tê zanîn heyeta dadgehê daxwaza dozger a beraetê erê kir, der barê Mete Sayar û 5 leşkerên bi paye de biryara beraetê da. Heyeta dadgehê her wiha daxwaza parêzerên mexdûran a ji bo wext, bi bersiva, “rayeya me nîne” red kir. Bi vî awayî di yek ji dozên têkildarî qetilkirinên bi destê dewletê pêk hatine û piştî bi salan hat vekirin qatil pak hatin derxistin.
Li bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê bav û kur ên Keldanî û meleyê gund jî di nav de 6 kes ku di bin çavan de hatin qetilkirin, têkildarî bûyerê der barê Tuggeneralê teqawît ê Fermandarê 23. Tûgaya Sînor 23. Jendermeyan Mete Sayar, leşkerên bi navê Tansel Erok, Murat Alî Yildiz, Serdar Tekîn, Hasan Basrî, Vural Îbrahîm Kiraç doz hat vekirin. Di doza li 9. Dadgeha Cezayê Giran a 9. a Enqereyê de pêk hat biryara beraetê hat dayîn. Bi vî awayî di dozeke sûc a li hember Kurdan de qatil pak hatin derxistin.
Di rûniştina dozê de bersûc Mete Sayar, Tansel Erok, Îbrahîm Kiraç, Serdar Tekîn, Murat Alî Yildiz, Hasan Basrî Vural, parêzerên mexdûran, xizmên mexdûran, gel û nûnerên ÎHD’ê amade bûn. Heyeta dadgehê daxwaza dozger a beraetê erê kir, der barê Mete Sayar û 5 leşkerên bi paye de biryara beraetê da. Heyeta dadgehê her wiha daxwaza parêzerên muştekî ya ji bo wext, bi bersiva, “rayeya me nîne” red kir. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran ên têkildarî dozê piştguh kirin. Malbat û parêzeran di dema biryarê de derketin derveyî salonê û heyeta dadgehê şermezar kirin.