Li Hesekê çi diqewime?

Êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê, her çiqas li dijî rejîmê bê dîtin jî hedefa esasî sekinandina pêşveçûna YPG'ê bû. Çeteyan xwest Hesekê weke Mûsilê bi dest bixin, lê li xeta parastinê ya YPG/YPJ'ê aliqîn.

Êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê, her çiqas li dijî rejîmê bê dîtin jî hedefa esasî sekinandina pêşveçûna YPG'ê bû. Çeteyan xwest Hesekê weke Mûsilê bi dest bixin, lê li xeta parastinê ya YPG/YPJ'ê aliqîn.

Hesekê bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye. Ne tenê bi vî aliyê xwe, bi mozaîkbûna gelan jî balê dikişîne. Asûriyên ji Mûsilê hatine, Suryaniyên ji Mêrdînê hatine, Ermeniyên ji ber qirkirinê reviyane û Erebên di çarçoveya kembera Ereb de hatine bicih kirin, mînaka herî şênber a mozaîka gelan a Rojava ne.

Çiyayê Kizwanan ê li başûrrojava û Girê Kew Kep ê li rojhilatê bajêr, mîna sûrên xwezayî hem bajêr hem jî Kantona Cizîrê diparêzin. Navçeyên Hoolê ya li başûr û Şeddadê ya rojhilat xwedî rezervên dewlemend ên petrolê ne. Ev her du herêmên girîng hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

ZEMÎNA ÊRÎŞÊ ÇAWA HAT AFIRANDIN?

Şervanên YPG-YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Rûbar Qamişlo de çiyayê Kizwanan azad kirin.  Çapemeniya Tirk û Ereb ev yek weke 'wêrankirin û xalîkirina etnîkî’ weşandin. Ev nûçeyên ku bi qasî hêzên YPG-YPJ’ê reş dikirin, di  heman demê de amadekariya rêxistinbûna DAIŞ’ê ya di nava gelê Ereb de jî dikirin.

Rejîma Sûriyeyê jî bi polîtîkayên xwe yên mezhebî ev polîtîka xwedî kir. Rejîmê malbatên Elewî ji Hesekê şandin Lazkiyeyê û bi vê re zemîna ku DAIŞ li Hesekê xwe rêxistin bikin, ava kir.

MUGANNAIYÊN LI DIJ KURDAN

Koma Mugannaînî ku girêdayê rejîmê ye, xwe li dijî Kurdan rêxistin kirin, di 17’ê Çile de li taxên di bin kontola YPG û YPJ’ê de li dijî sivîlan êrîş pêk anîn, êrîşê nuqteyên asayîşa Xişmanê kir û 8 wezîfedarên asayîşê qetil kirin.  Di koçberkirina Kurdên ji taxa Ezîziyeyê jî ev kom bi bandor bû.

Mugannaînan di nav rejîmê de newekheviya Elewî û Sunnî kûr kir. Koma di bin kontrola Ahmet Helle ya bi nêzîkatiya xwe ya Îranê dihat zanîn di nava demê de bi hêzên rejîmê re zêdetir însiyatîf qezenc kir. Di dawiya meha Hezîranê de di şer de, nuqteya Kontrolê ya Xezîl, gundê Panorama, taxên Sekîn Şebap û Neşwa-Wîran yên di destê van koman de ketin destê DAIŞ’ê.
Mugannaînan refên xwe guhertinin û piştî gelek nuqte dan DAIŞ’ê, rejîmê gelek nuqte bê parastin hişt.

ÎNSIYATÎF KET DESTÊ YPG’Ê

Hêzên YPG’ê xelekek parastinê ya nêzî 20 km ava kirin û hem taxên Kurd parastin û hem jî pêşketina DAIŞ’ê da sekinandin. Hêzên YPG-YPJ’ê ku însiyatîf girtin destê xwe, taxa Ezîziyeyê, Mekenît Zîrra, kawşaxa Xezîl û fabrîqeya wê û gundên Maruf û Hamra yên li ser rêya Holl girtin dest. Dîsa Ereb, Asurî, Suryanî bi saya vê xetê li herêmên bi ewle hatin bicihkirin.

'HEDEFA ESASÎ NE REJÎM E'

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Hesekê her çiqas weke ku li dijî rejîmê bê dîtin jî, hedefa esasî ev e ku pêşketina YPG-YPJ’ê ya li Reqa û Cerablûsê bidin sekinandin. Çeteyên di nava rejîmê de xwe rêxistin kirine hedef kirin ku Hesekê wek Mûsilê bixînin, lê bi ser neketin. Li xeta parastinê ya YPG-YPJ’ê aliqîn. Gelek nuqteyên bi saya rejîmê girtibûn, winda kirin. 

Hesekê ya bûye navenda şerê giran, di ezmûneke mezin de derbas dibe. Derdikeve holê ku bajarê ku rejîmê bê parastin hiştiye, hêzên YPG-YPJ’ê diparêzin.