HPG: Tevgera leşkerî zêde dibe
HPG’ê diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li Bakurê Kurdistan û xeta sînor zêde bûye û her wiha da xuyakirin ku kemîn û bombebaran didomin.
HPG’ê diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li Bakurê Kurdistan û xeta sînor zêde bûye û her wiha da xuyakirin ku kemîn û bombebaran didomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, da zanîn ku tevgera leşkerî ya li xeta sînor û Kurdistanê zêde bûye. HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya vê tevgera leşkerî de bombebaranên bi hewan û obusan zêde bûne û ji gelek qereqolan rasterast gule hatine barandin.
LI HERÊMÊN GERÎLAYAN TEVGERA BALAFIRÊN ŞER
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî de ev agahî bi raya giştî re parve kirin:
“Di 2’ê Tîrmehê de saet di navbera 13.00 û 17.00’an de li ser herêma Xakurkê, Avaşîn û Heftanînê, di 2’ê Tîrmehê de saet di navbera 13.00 û 14.00’an de û di 3’ê Tîrmehê (îro) saet di 02.00-05.00’an de li ser herêma Zapê, tevgera balafirên şer ên artêşa T.C qewimiye. Ev tevgerên hewayî li herêmên gerîlayan her çûye zêde bûye. Li gorî vê;
Di 2’ê Tîrmehê de saet di 20.00 û 3’ê Tîrmehê saet di navbera 12.00’an de li ser herêma Zagrosê, di 2-3’ê Tîrmehê de saet di navbera 11.00 û 12.00’an de li ser herêmên Şehîd Rahîme û Şûkê ya di xeta sînor a Avaşîn de ye, di 2’ê Tîrmehê de saet di navbera 20.00 û 22.00’an de, di 3’ê Tîrmehê saet di navbera 02.00-11.00’an de li herêma Metîna, di 2’ê Tîrmehê de saet di navbera 17.00 û 20.00’an de, di 3’ê Tîrmehê de saet di navbera 05.00-12.00’an de li ser herêma Zapê, di 1’ê Tîrmehê de saet di navbera 17.00 û 3’ê Tîrmehê saet di 10.00’an de li ser xeta Kela Memê ya Şirnexê, li ser herêmên Kesta û Kato pêgerên hewayî yên bê mirov ên şer ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine.
LI GEVERÊ KEMÎN Û BOMBEBARAN
Di 2’ê Tîrmehê de set di 08.00’an de artêşa T.C li herêma navbera gundê Qadya û Xirvata ya Geverê kemîn
daniye. Gelê herêmê ev ferq kiriye û artêşa Tirk saet di 10.00’ande bên encam vekişyaye.
Di 2’ê Tîrmehê de saet di navbera 08.00-17.30’an de li hemberî herêma Şehîd Bager ya di xeta sînor a Avaşîn de ye, qerekola Oremarê ya navçeya Geverê bi obus û hewanan bombebaran pêkaniye. Di 3’ê Tîrmehê de saet di navbera 06.00-07.00’an de dîsa qerekola Oremarê li hemberî herêmên Şehîd Gafur, Şehîd Bager, Şehîd Afat û Şaxê Nêriya bi obus, hewan û tanqan bombebaran pêk aniye. Her wiha di encama bombebaranê de agirê li daristanê derketiye hîna didome.
LI DIJÎ HEFTANÎNÊ BI OBUS Û HEWANAN ÊRÎŞ
Di 2’ê Tîrmehê de saet di 12.00’an de artêşa dagirker a T.C li dijî herêma Partîzan a di xeta sînor a Heftanînê de ye, bi obus û hewanan bombebaran pêk aniye.
Di 2’ê Tîrmehê de saet di 14.00’an de Qerekola Serbestan ya li xeta sînorê navçeya Qilabana Şirnexê ye, bi çekên raste rast li derdorê gule barandiye.
Di 2’ê Tîrmehê de saet di navbera 18.00-19.00’an de Qerekola Bîlîcan a li xeta sînor ya herêma Zapê ye, bi çekên giran raste rast derdor gulebaran kiriye.”
JI GERÎLAYAN ÇALAKIYA HIŞYARIYÊ
HPG’ê da zanîn ku gerîlayan li Farqînê çalakiya hişyariyê pêk aniye û got: “Artêşa TC ya dagirker li Farqîn a Amedê li herêma bendavê ji bo çêkirina qereqoleke nû dest bi xebatan kiribû. Hêzên me yên gerîlayan li dijî van xebatan çalakiyek hişyariyê pêk anî. Di 2’ê Tîrmehê de saet di 10.00’an de di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de çalakiya sabotajê pêk hat û wesayîteke tîpa kîrpî hatiye derbkirin.”