Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê hat binçavkirin
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Alî Bîlen li pêş navçeya Tarsûsê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Alî Bîlen li pêş navçeya Tarsûsê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Wesayîta xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Alî Bîlen tê de bû li pêşiya navçeya Mersîn Tarsûsê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û kontrola nasnameyê hat kirin. Piştî vê kontrolê Bîlen ê ku 86 Kovarên Ozgur Halkê li cem bû, hat binçavkirin.
Sedema binçavkirina Bîlen nehat zanîn. Polîsan dest danîn ser kovaran.
Bîlen li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tarsûsê tê ragirtin.