'Divê Barzanî biryarê bide; wê bibe Mandela yan jî Mubarek'
Li ser navê Enstîtuya Hilbijartinê ya Kurd Aram Cemal got, "Pêwîste Mesût Barzanî biryarê bide ku Mandela ye yan Mubarek e yan jî Esad e."
Li ser navê Enstîtuya Hilbijartinê ya Kurd Aram Cemal got, "Pêwîste Mesût Barzanî biryarê bide ku Mandela ye yan Mubarek e yan jî Esad e."
Enstîtuya Hilbijartinê ya Kurd, nebûna destûra bingehîn a demokratîk ji bo Başûrê Kurdistanê weke kêmasiyeke gelekî mezin nirxand. Li ser navê Enstîtuyê Aram Cemal got, "Pêwîste Mesût Barzanî biryarê bide ku Mandela ye yan Mubarek e yan jî Esad e."
Endamê rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Enstîtuya Hilbijartinê ya Kurd a Başûrê Kurdistanê Aram Cemal diyar kir ku piştî xebatên komîsyona amadekar divê pêşnûmeya destûra bingehîn bi raya giştî re bê parvekirin û anî ziman ku bi vî rengî wê civak hemû di nava vê pêvajoyê de cih bigire.
'ME 16 CARAN PÊŞNÛME QANÛN PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTÊ KIRIN'
Cemal diyar kir ku weke Enstîtuya Kurd wan ji destpêka amadekariya destûra bingehîn û vir ve di demên cuda de 16 caran pêşnûme qanûn pêşkêşî parlamentê kirine û got, "Ji bo parlament karekî baş bike, em hewl didin ya ji destê me tê bikin. Weke sazî wezîfeya me ew e ku em kêmasiyan rexne bikin û ya em rast dibînin pêşniyar bikin. Em alîkariya ji me tê, bi vî rengî pêşkêş dikin. Me ev pêşniyarên xwe bi rêya deh wekîlan pêşkêşî serokê parlamentê kirin. Ji bo sazîbûyîna demokrasiyê çi ji destê me tê em dikin."
'DIVÊ PARLAMENT LI HER KESÎ GUHDARÎ BIKE'
Cemal got, "Mixabin nikarim bêjim ku ev xebatên me li ber çavan tê girtin. Ne tenê yên me, em dixwazin pêşniyarên hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên di vî warî de dixebitin, li ber çavan werin girtin. Ji bo em tevlî vê pêvajoyê bibin, me bi komîsyona amadekirina destûra bingehîn re diyalog danîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Diviyabû komîsyona amadekirina destûra bingehîn ji hemû derdorên civakê bihata hilbijartin. Mînak, di sala 2005'an de li Iraqê ev rê hat bikaranîn. Li gelek dewletan jî heman rêbaz hatiye bikaranîn. Lê mixabin ji sala 1991'ê û vir ve li herêma federe ya Kurdistanê hînê destûreke bingehîn nehatiye amadekirin. Di nava partiyên siyasî de rewşeke lihevnekirinê heye. Lê niha komîsyoneke ji 21 kesan amade kirine û ev komîsyon ji bo amadekirina destûra bingehîn dixebite. Ev rewşeke baş e."
'DI PÊVAJOYA AMADEKARIYÊ DE DIVIYABÛ PISPORAN JÎ CIH BIGIRTA'
Cemal der barê rêbaza amadekariya destûra bingehîn de rexneyên xwe anî ziman û destnîşan kir ku diviyabû pisporan di vî karî de cih bigirta.
Cemal got, "Destûra bingehîn ne karekî hêsan e. Divê kesên pispor amade bike. Her wiha temsîla derdorên cuda yên civakê divê. Mînak; dema xalên destûra bingehîn ên li ser mafên jinan tên amadekirin, divê ji rêxistinên jinan nêrîn û pêşniyar werin girtin. Rêxistinên femînîst hene, rêxistinên cuda yên jinan hene." Cemal da xuyakirin ku piştî amadekirina pêşnûmeya destûra bingehîn, divê ev pêşnûme pêşkêşî civakê were kirin ku li ser nîqaş bê kirin û anî ziman, pêwîste her kes karibe nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe pêşkêş bike.
'DIVÊ KERKÛK BI AWAYEKÎ ŞÊNBER DI DESTÛRA BINGEHÎN DE CIH BIGIRE'
Cemal da zanîn ku pêşeroj û statuya Kerkûkê êdî nabe bê taloqkirin û li ser vê mijarê ev nirxandin kir: "Divê pirsgirêka Kerkûkê bi awayekî şênber cihê xwe di destûra bingehîn a nû de bigire. Ji ber ku Kerkûk ne mîna rewşa berê ye. Niha ji her alî ve di destê Kurdan de ye. Ewlekarî bi temamî di destê pêşmergeyan de ye. Ji ber ku xwedî rewşeke cihêreng e, divê bi taybetî cih jê re bê dayîn. Pêkhateyên cihêreng ên bawerî û etnîkî hene, rêxistinên civakî yên sivîl hene. Lewma divê serî li nêrînên wan bê dayîn. Nêrînên cihêrengiyan pêwîste teqez di nav de bê dîtin."
'MESÛT BARZANÎ YA WÊ BIXWAZE BIBE MANDELA, YA ESAD YA Jî MUBAREK'
Li ser mijara Serokatiya Herêmê ku yek ji rojeveke din a girîng a Başûrê Kurdistanê ye Cemal nirxandinên balkêş kir û destnîşan kir ku Barzanî ya wê bixwaze bibe Mandela, yan bibe Esad yan jî Mubarek.
Cemal anî ziman ku divê biryar were dayîn li herêmê sîstemek bi çi rengî were meşandin û got, "Gelo em ê sîstema parlamenteriyê ya demokratîk û pirengî esas bigirin, yan jî li şûna wê sîstemeke serdestiya yek kesî esas bigirin? Heta ku ev zelal nebe, bi dîtina min ne rast e nîqaş li ser kesan bê meşandin.
Lê belê eger illehî li ser hilbijartina serok nîqaş bê meşandin, wê demê li gorî min divê Birêz Barzanî êdî nebe namzet. Vê yekê jî di televîzyonê de ji gel re aşkera bike.
Di rewşeke bi vî rengî de Serokê Herêmê dikare bibe Mandela, dikare bibe Hafiz Esad yan jî dikare bibe Husnu Mubarek. Bixwaze dîrok bi çi rengî behsa wî bike, ew ê wê bike. Em dizanin ku dîrok bi çi rengî behsa Mandela, Esad û Mubarek dike. Ev êdî tercîha serokê herêmê ye. Li gorî me rêbaza Mandela rasttir e. Tercîhên din jî dîktatoriyên mirovahî bi nefret behsa wan dike ne. Ew û kêfa xwe."