Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûhammed Borak (Hogir Çewlik) ê roja 2'ê Tîrmehê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li nêzî bajarokê Sirrînê yê 40 kîlometre dûrî bajarokê Kobanê ye jiyana xwe ji dest da, li gundê Cîlîgol ê navçeya Kanîreşê hat veşartin. Cenaze li pêş navçeya Dara Hênê, tevî Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, rêveberên HDP û DBP'ê ji aliyê girseyeke qelebalix ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Cenaze dûre bi konvoyekê birin navçeya Kanîreşê û di rê de ji aliyê gel ve di qîrîna dirûşmeyan û nîşandana nîşaneya serketinê, hat silavkirin.
Cenazeyê Borak destpêkê anîn mala malbata wî yal i gund û piştî demekê darbest hilgirtin ser milan. Girseya gel darbesta Borak li ser milan bir goristanê û li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" cenazeyê Borak ê YPG'yî ber bi rêwîtiya bêdawî ve hat oxirkirin.
Piştî merasîmê bi hezaran kes derbasî konê serxweşiyê yê ji bo Borak hatibû vedandin, bûn.