'Di sûcên li dijî mirovahiyê de dadgerî dewletê mafdar nîşan dide'
ÎHD û xizmên windahiyan, çalakiya rûniştinê ya her hefte bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tê lidarxistin, cara 334. pêk anî.
ÎHD û xizmên windahiyan, çalakiya rûniştinê ya her hefte bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tê lidarxistin, cara 334. pêk anî.
ÎHD û xizmên windahiyan, çalakiya rûniştinê ya her hefte bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tê lidarxistin, cara 334. pêk anî. Di çalakiyê de welatiyên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hat xwestin, ku komkujî bê ronîkirin. Her wiha biryara beraata kiryarên doza Bespînê jî hat protestokirin.
ÎHD û xizmên windahiyan, çalakiya rûniştinê ya her hefte bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tê lidarxistin, cara 334. li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê pêk anî. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD Şaxê Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên windahiyan amade bûn. Di çalakiyê de welatiyên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hat xwestin, ku komkujî bê ronîkirin. Her wiha biryara beraata kiryarên doza Bespînê jî hat protestokirin.
Rêvebera ÎHD Şaxê Amedê Mûhterem Suren li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku pratîka dadgeriyê ya li Tirkiyeyê, li şûna darizandina kiryaran, veguheriye rêyeke mafdarkirna dewlet û kiryaran. Suren nerazîbûn nîşana beraatkirina Tûggeneralê Teqawît Mete Sayar ê 5 payebilindên di doza windakirina 6 welatiyên li gugndê Bespîn ê navçeya Şirnex Silopiyê de bersûc bûn û got, "Mîna dozên din di vê dozê de jî, destpêkê bi hinceta ewlekariyê rakirin cihekî din. Hewl dan ji ber çavê raya giştî birevînin. Duh jî biryara beraata hemû bersûcan hat dayîn. Her wiha di doza weke doza JÎTEM a Cizîrê tê naskirin de hemû bersûcan beraat kirin. Beriya wê di doza Mûsa Çîtîl de biryara beraatê hatibû dayîn. Di vê rewşê de tê dîtin ku îşkence, windakirin û bûyerên kuştinê yên di salên 1990'î de bi awayekî rêk û pêk hatien kirin, di salên 2000'î de bi destê dadgeriyê hewl tê dayîn mafdar were nîşandan.
Suren bal kişan ser Komkujiya Çorûmê ya beriya 35 salan û komkujiya Sêwasê ya beriya 22 salan û destnîşan kir ku hemû komkujiyên rû dane provokasyona dewletê ne. Suren got, "Em careke din dixwazin bêjin ku dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure."
Li dû axaftina Suren, ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sêwasê û hemû windahiyan, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin.