Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn hat veşartin

Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn ê duh bi şev di şerê li Şengalê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şengalê li gorî kevneşopiyên Êzidiyatî bi merasîmekê hat veşartin.

Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn ê duh bi şev di şerê li Şengalê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şengalê li gorî kevneşopiyên Êzidiyatî bi merasîmekê hat veşartin. Li ser wasiyeta wî darbesta cenazeyê fermandar Efrîn li ser milê hevrêyên wî, sê caran li dora tirba Şêbil Qasim hat gerandin.

Duh bi şev saet di 01:00 de, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û YPJ-Şengal li hemberî girekî li geliyê Şîlo yê di destê çeteyên DAIŞ'ê de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 13 çete hatin kuştin û doçkayeke 12,5 mm'yî, dûrbîneek Nîkon hatin desteserkirin. Di vî şerî de Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fermandar Egîd Efrîn îro li Şehîdgeha Şengalê li gorî kevneşopiyên Êzidiyan bi merasîmekê hat veşartin.

Şervanên YBŞ û YPJ-Şengalê yên duh bi şev derbên giran li çeteyan xistin, gir xistin bin kontrola xwe. Şervanê YBŞ'ê yê bi nasnav Egîd Efrîn ê di vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest da, îro saet di 13:00 de li Şehîdgeha Şengalê hat veşartin. Konvoya ji cenaze, bi beşdariya bi sedan Şengaliyan saet di 11:00 de ket serr rê. Cenazeyê Egîd Efrîn ku Êzidiyekî ji Efrînê ye, li ser wasiyeta wî li ser milên şervanên YBŞ'ê û Şengaliyan darbesta wî sê caran li dora Tirba Şêbil Qasim hat gerandin. Girseya gel dûre cenaze anî Şehîdgeha Şengalê. Di merasîma ji aliyê hêzên YBŞ/YPJ-Şengal û HPG/YJA Starê ve hat organîzekirin de, Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal, Fermandara YPJ-Şengal Raperîn Nûrheq, Berdevkê Meclîsa Avakirina Şengalê Xidir Salih û endamê Meclîsê Heso Îbrahîm jî amade bûn.

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal li merasîmê peyivî û got, "Em soz didin ku em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin." Fermandarê YBŞ'ê Şengal da xuyakirin ku weke hêzên parastina civata Êzidî hemû şervanên YBŞ'ê wê mîna Egîd bi lehengî şer bikin û berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê ji vê dozê venegerin. Şengal got, "Hevrê Egîd weke Êzidiyekî Efrînî ji roja destpêkê ya fermanê ve li Şengalê di erka parastina gelê me de cih girt û bû hevparê êşên gelê me. Berpirsyariya di vê oxirê de diket ser milê xwe bi fedekariyeke mezin bicih anî. Duh bi şev bi pêşengiya Fermandar Egîd, hêzên me yên YBŞ'ê li hemberî girekî di destê çeteyan de bû ku dihat gotin kes nikare xwe bigihîne vî girî, çalakiyek lidar xistin û di encamê de kontrola gir bi temamî ket destê hêzên me. Hevrê Egîd ji bo parastina nirxên civata Êzidî canê xwe feda kir. Bila êdî tevahiya cîhan vê rastiyê bizanibe; gelê me bi tenê, bê parastin û qels nîne. Hêza parastina gelê me YBŞ heye û heta ewladên xwe yên mîna Egîd hebe, ti kes wê nema karibe êrîşî gelê me û nirxên me bike. Heta ku hevrêyên me yên fedaî yên mîna Egîd hebin, ti serdest wê mîna berê nikaribe li ser vê xakê hikumdar be û nikaribe zilmê li gelê me bike. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê gelê xwe biparêzin û nirxên xwe biparêzin. Weke YBŞ em vê sozê didin gelê xwe; heta em jiyaneke bi rûmet û azad nejîn, em ê jiyanê nehatiye jiyîn bihesibînin, em ê vê jiyanê li serdestan biherimînin. Şehîdên me wê ti carî neyên ji bîr kirin û em ê bi azadkirina xaka xwe re dilsoziya xwe ya bi wan re nîşan bidin. Çek û xwîna şehîd Egîd wê li erdê nemînin."

Endamê Meclîsa Damezrîner a Şengalê Heso Îbrahîm jî got, "Em ji vê derê sersaxiyê ji malbata Şehîd Egîd re dixwazin, li pêşberî hemû malbatên şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Şehîd pêşengên me yên azadiyê ne. Heta ku lehengên me yên mîna şehîd Egîd hebin, ev gel wê ne bi tenê be. Hevalê Egîd ji roja destpêkê ya fermanê û vir ve li cem gelê xwe bû. Em ê lehengên xwe ti carî ji bîr nekin û di rêya wan de her bimeşin."

Li dû axaftinan şervanê YBŞ'ê Egîd ji aliyê Mîcêwirê Şêbil Qasim Şêx Bapîr ve hat pîrozkirin. Şêx Bapîr li ser cenazeyê Egîd Efrîn dua û kawil xwend. Cenazeyê Egîd Efrîn li ber duayên dayikên Şengalî hat veşartin. Şengaliyan kevirê ser gora şervanê YBŞ'ê maçî kirin û ji şehîdgehê derketin."

...