Ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê cara 170. civiya bû û azadiya girtiyên nexweş xwest. Komîsyonê diyar kir ku ji sala 2000'î û vir ve girtîgehên Tirkiyeyê gelek guherîne.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya hefteya 170. a "rûniştina F" li ber Lîseya Galatasarayê lidar xist. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîpa F bên girtin" û "Em naxwazin tu kes di girtîgehan de bimire, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin vekirin û dirûşmên "Tecrîd dikuje piştvanî dide jiyîn" û "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" hatin berzkirin.
Endama Komîsyonê Nerîman Çelîk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku girtîgehên welatekî eynika wî welatî ne û wiha pê de çû: "Di girtîgehan de jiyana her mirovekî dibe trajedî û dimîne. Hûn zarokên me diavêjin girtîgehan, hewl didin ku bi destdirêjiyê terbiye bikin. Hûn bi lêxistinê zarokên me dikujin."
Piştre Zeynep Kîrazliîpek daxuyaniya hefteyî xwend û da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê ji sala 2000'î vir ve gelek guherîne û girtîgeh ji pergala koxûşan vegeriya pergala hucreyên yek kesî.
Kîrazliîpek anî ziman ku bi vê pergalê re girtiyên nexweş tên înfazkirin. Çelîk der barê hejmara girtiyan de ev agahî da: "Hejmara girtiyan ji 50 hezarî gihîştiye 165 hezar kesî. Di Tîrmeha 2013'an de hejmara girtiyên LGBT'Î 79 bû lê di meha Gulanê ya 2014'an de ev hejmar derbasî 95'an bûye."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Tecrîdê rakin, Bila kes nemire" û "Dawî li îşkenceya tecrîdê bînin" bi dawî bû.