'Li dijî her şêwe êrîşan em amade ne'
Ji fermandarên HPG'ê yên eniya Kerkûkê Sertav Aso destnîşan kir ku li hemberî her şêwe êrîş û gefên li dijî Başûrê Kurdistanê ew amade ne û xwedî wê hêzê ne, ku dikarin van êrîşan beralî bikin.
Ji fermandarên HPG'ê yên eniya Kerkûkê Sertav Aso destnîşan kir ku li hemberî her şêwe êrîş û gefên li dijî Başûrê Kurdistanê ew amade ne û xwedî wê hêzê ne, ku dikarin van êrîşan beralî bikin.
Ji fermandarên HPG'ê yên eniya Kerkûkê Sertav Aso destnîşan kir ku li hemberî her şêwe êrîş û gefên li dijî Başûrê Kurdistanê ew amade ne û xwedî wê hêzê ne, ku dikarin van êrîşan beralî bikin.
Ji fermandarên HPG'ê yên eniya Kerkûkê Sertav Aso da xuyakirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bi desteka dewleta Tirk hatine kirin û got, "Polîtîkayên DAIŞ û dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd derketin holê. Polîtîkayên tinekirinê yên li hemberî Tevgera Azadiyê tên meşandin, dewam dikin. Dewleta Tirk bi desteka vekirî û rêdana êrîşê ji ser axa xwe re, têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re nîşan dide."
Aso anî ziman ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne tenê li hemberî Kurdên li Rojava, li dijî tevahiya Kurdan dewam dikin û da zanîn, ku bi tifaqa bi dewleta Tirkiyeyê re çeteyên DAIŞ'ê dixwaze hêza xwe komî ser hev bike. Aso diyar kir ku çete hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê derbên mezin xwariye û got, "Bi kurt û kurmancî; DAIŞ ji bo xwe ji van derbên dixwe rizgar bike, van êrîşên li dijî mirovahiyê dixe rojevê."
Der barê pozîsyona gerîla ya li Başûrê Kurdistanê de jî Aso got, "Li vê derê em xwedî wê hêzê ne ku bersivê bidin êrîşên bi vî rengî. Di sala 2014'an de dema em hatin vê herêmê, rewşeke ne amade hebû, her wiha ji aliyê hêzên Başûrê Kurdistanê ve jî rewşeke ne amade hebû.
Li gorî amadekariyên me yên sala dawî, hêzên me yên gerîla xwedî wê hêzê ne ku li hemberî her şêwe êrîşan bisekinin.
Bi taybetî ji aliyê bicihbûn û mewzîgirtina li Başûrê Kurdistanê ve gerîla bûye xwedî tecrûbeyeke girîng. Ji ber vê yekê em dibêjin ku li dijî her şêwe êrîş û gefan em amade ne."
"DAXUYANIYÊN 'BILA HÊZÊN GERÎLA JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERKEVIN' DAXUYANIYÊN PÛÇ IN"
Li ser daxuyaniyên rayedarên PDK'ê yên digotin, 'Bila hêzên gerîla ji Başûrê Kurdistanê derkevin' Aso ev nirxandin kir: "Em nîqaşên li ser vekişîna hêzên me ji Şengalê yan jî ji gelemperiya Başûrê Kurdistanê bi vî rengî dinirxînin; Daxuyaniyên bi vî rengî, daxuyaniyên ji bo afirandina rojeva pûç in. Vekişîna hêzên HPG û YJA Star ji aliyê me ve ne mijara nîqaşê ye.
Di rewşa niha de Şengal û Başûrê Kurdistanê bi gefê re rû bi rû ne. Beşek ji Başûrê Kurdistanê bi temamî di bin gefa DAIŞ'ê de ye."
Aso diyar kir ku heta ev gef ji holê neyên rakirin, lêpirsîna li hatina gerîla xizmetê ji yekîtiya Kurdan re nake û got, "Ji ber vê yekê ev daxuyanî zerareke cidî dide yekîtiya hewl tê dayîn li Kurdistanê bê afirandin."
Ji Fermandarên HPG'ê Aso da xuyakirin ku gelê Kurd gelekî kêfxweş e gerîla li Şengalê û Başûrê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku divê ji aliyê her kesî ve baş were zanîn, parastina bingehîn a li vê herêmê bi afirandina yekîtiya hevpar a hêzên gerîla û pêşmerge dibe. Aso diyar kir ku daxuyaniyên PDK'ê li rastiya Kurdistanê nayên.
Aso anî ziman ku di rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê de divê bi giranî li ser rê û rêbazên afirandina yekîtiyê were rawestîn û got, "Divê nîqaş were meşandin ku bi çi rengî em dikarin li hemberî dijminên xwe xurt bin. Ji ber vê yekê nîqaşkirina hebûna hêzên gerîla li Başûrê Kurdistanê, herî zêde bi kêrî DAIŞ'ê tê, destê DAIŞ'ê xurt dike."