Dayikên Aştiyê li dijî "holikên ewlekariyê' derdikevin

Dayikên Aştiyê, ji bo 'holikên ewlekariyê' yên li Kerboranê şermezar bikin, tevahiya şevê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Dayikan di çalakiyê de gotin, "Eger pêwîstî pê hebe em ê bi destên xwe van holikan hilweşînin."

Dayikên Aştiyê, ji bo 'holikên ewlekariyê' yên li Kerboranê şermezar bikin, tevahiya şevê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Dayikan di çalakiyê de gotin, "Eger pêwîstî pê hebe em ê bi destên xwe van holikan hilweşînin."

Li navçeya Mêrdîn Mîdyadê, tevî nerazîbûnan jî Bendava Ilısû tê çêkirin û ser rêya bendavê, vê carê "holikên ewlekariyê" li ser erdê welatiyan tên çêkirin. Rêxistina DBP'ê ya navçeyê û Dayikên Aştiyê ev yek şermezar kirin. Piştî ku duh bi şev li navçeyê bi meşekê ev "holikên ewlekariyê" hatin protestokirin, welatiyan li herêmê heta ber destê sibehê nobed girtin. Li ser navê welatiyan Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatûn Oguz axivî û diyar kir ku heya çêkirina "holikên ewlekariyê" were rawestandin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Ogûz da zanîn ku bi HES û bendavan re gund û zeviyên wan tên tinekirin û got: "Tevî van li her alî qereqol, kalekol û herî dawî jî holikên ewlekariyê hatin çêkirin. Hikûmet behsa pêvajoya çareseriyê û aştiyê dike lê derewan dike. Eger a hikûmet ji pêvajoya çareseriyê fêmkirî çêkirina qereqol û holikên ewlekariyê be em wê pêvajoyê nas nakin. Niha dehl û rezên me tine dikin. Berê em tena serê xwe diçûn zeviyan lê niha ti ewlehiya me nemaye û li her qadê leşker hatine bicihkirin."

Ogûz di dewama axaftina xwe de got, "Eger holikên ewlekariyê bên çêkirin, jin wê çawa karibe bi tena serê xwe biçe herêma leşker lê ne. Weke Dayikên Aştiyê eger pêwîstî pê hebe em ê bi destên xwe van holikan xera bikin."

Ogûz nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Gelo hikûmet bi tecrîdkirina afirînerê aştiyê re, wê çawa aştiyê bîne?"

'BENDAV PROJEYA QIRKIRINÊ YE'

Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk jî bal kişand ser armanca bendavên li Kurdistanê tên çêkirin û wiha got: "Bendav destavêtina çandî ye. Şîdeta di salên 90'î de li hemberî kurdan pêk hatî bendavên niha tên çêkirin jî heman tişt in. Yanî ev projeyên qirkirinê ne. Cihên bendav lê tên çêkirin piranî cihên dîrokî ne. Mînak Heskîf bajarê dîrokî ye û bi bendavê di bin avê de dihêlin. Ev yek qirkirina çandî ye."

Nobet bi stranan berdewam dike.