Li Şengalê şer: Du wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin
Gerîlayên HPG’ê, li Şengalê hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî vala derxistin.
Gerîlayên HPG’ê, li Şengalê hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî vala derxistin.
Çeteyên DAIŞ’ê saet nêzî 17.30’î li Taxa Sitî Zeynep a Şengalê hewl dan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî çeperên gerîlayên HPG’ê bikin. Gerîlayên HPG’ê yên êrîş zû ferq kirin her du wesayît beriya teqînê pêk bînin rûxandin.
Ji şevê din ve çeteyên DAIŞ ku hewl didin êrîşî gerîlayên HPG’ê bikin, tevayî êrîşên wan ji aliyê gerîlayan ve hatin şkandin. Çeteyên DAIŞ’ê saet nêzî 17.30’î li Taxa Sitî Zeynep a Şengalê hewl dan, bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî çeperên gerîlayên HPG’ê bikin. Gerîlayên HPG’ê yên êrîş zû ferq kirin her du wesayît beriya teqînê pêk bînin rûxandin. Piştî rûxandina wesayîtan şer û pevçûnên rû dan hê didomin.