Keklîk: Ya ku AKP'ê di nava 10 salan de nekir, me di salekê de kir

Alîkarê Hevşaredarên Agirî Xelef Keklîk, serketina HDP'ê ya li bajêr û asta xebatên xwe yên salekê nirxand.

Alîkarê Hevşadarên Agiriyê Keklîk got:"“Dema AKP’ê şaredarî dewr kir, şaredariyeke layiqê xwe hiştibû. Ji bilî talankirin, şêlandin, dizî û avahiya şaredariyê wêdetir, ti tişt nehatibû hiştin. Lê me di nava salekê de gelek pirsgirêkên gel çareser kirin."

Dewleta dewleta Tirk ji serhildana Agiriyê heta roja îro li ser bajêr bi awayekî sîstematîk polîtîkayên zext, înkar û redê meşand. Di hilbijartinên sala 2014’an de bi qezenckirina şaredariyê ji aliyê BDP’ê ve, kêm be jî dawî li vê rewşê hat anîn.

AKP a ku di hilbijartinan de têk çû, li dijî encamên hilbijartinan derket, 16 caran deng hatin jimartin û di dawiya dawî de hilbijartin hat betalkirin.

Di 1'ê Gulanê de hilbijartin hatin dubarekirin, AKP’ê hemû derfetên xwe xistin dewrê û berê xwe da Agiriyê. Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, hemû wezîr û rêveberên payebilind ên AKP’ê hatin bajêr û hewldan şaredariyê werbigirin. Lê gelê Agiriyê bersiva pêwîst da wan.

Piştî hilbijartin hatin qezenckirin, bajar di encama xebatên demeke kurt de veguherî û gel xebatên şaredariyê bi kêfxweşî pêşwazî dike. 

Cîgirê Hevşardarên Agiriyê Xelef Keklîk têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

'ME DESTHILATDARIYA AKP'Ê LI AGIRIYÊ TÊK BIR'

Keklîk got: "Qezenca 30 salan a Tevgera Azadiyê ya Kurd, li Agiriyê zemînek afirandiye û di hemû demên hilbijartinê de, gelê me daxwaz dikir ku feraseta şaredariyeke ku ji bo hemû hesret û daxwazên gelê Kurd bibe bersiv, bikeve meriyetê. 

Li Agiriyê di 1999’an de bi desteka gel re, tevî hemû helwestên dij demokratîk, me şaredarî qezenc kir. Hevalê me yê şaredarî qezenc kirin, bi derfetên qels wê demê îmze avêt binê tiştekî nû û di demeke kurt de bersiv dan hesretên gelê Agiriyê. Ji wan rojan heta îro, di Adara 2014’an de, bi îrade û sekna gelê Agiriyê re me şaredariya Agiriyê qezenc kir û me desthilatdariya AKP’ê ya 10 salan li vir têk bir. Dema AKP’ê şaredarî dewrê me kir, şaredariyek layiqê xwe dewr kir.  Ji bilî dizî, şêlandin û wêrankirinê ti tiştek nehiştibû. Tevî ku ti tiştek nekiribû AKP’ê ev şaredarî bi deynê ji 120 trîlyonî ji me re hişt. Li gorî nifûsa li bajêr dijî, Agirî şaredariya herî deyndar a Tirkiyeyê ye. Me şaredarî wisa girt. Lê em bi exlaqê xwe yên siyasî û û kevneşopiya xwe bawer bûn. Me ti carî zimanê gilî û gazinan nekirin. Me berpirsyariya xwe dizanibû û em bi hemû ekîba xwe re bi fedekariyek mezin derketin rê. Di serî de hevşaredarên me Sirri Sakik û Mukkades Kubîlay, me li qadê hilbijartinan soz da gelê xwe."

'AGIRÎ WÊRAN BÛBÛ'

Keklîk di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dema ew hatin ser kar bajar wêran bûbû û wiha berdewam kir: "Di salekê de gelek pirsgirêkên bajar hatin çareserkirin. Nuqteya ku em hatinê, gel jê gelek kêfxweş e. Xwedî lê derdikevin. Nîşaneya wê ya herî mezin jî serketina di hilbijartinên 7 Hezîranê de ye. Agiriyê rekor şikand û her çar parlamenter jî derxist. Bê guman ez vê bi serketina şaredariyê ve girê didim. Têkoşîna 30 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, bedelên ku hatine dayîn divê neyên jibîrkirin. Dema em hatin heqê rêya veguhestina nava bajar 1.5 lîra bû. Nan 1 lîra bû. Pirsgirêka avê hebû. Ya paqijiyê hebû. Ya binesaziyê hebû. Gel bêzar bûbû. Me nan kir 65 quriş.  Me di veguhestinê de jî Qerta Biaqil xist dewrê. Em di vê esasê de ji daxwazan re bûn bersiv. Di dema nû de projeya me ya asfaltkirina 20 kîlometreyî heye. Xebatên binesazî û kanlîzasyonê hene. Dîsa di dema bihurî de me 15 hezar metrekare rê tamîr kir. Me 100 hezar metrekare kevirê kilît raxist. Di vê hefteyê de wê xebatên me destpê bikin. Wê yek kolanek me bê kevir nemîne. Me soz dabû gelê taxa Bulut. Me soza xwe ya Pira Bariş anî cih. Me taxa Murat û Bulut bi hev ve girê da û em ê pirê çêbikin. Em ê di navbera taxa Kupkiran û Alpaslan de rê çêbikin. Çêkirina her du piran wê di demeke nêz de destpê bike."

'BI ÇAVKANIYÊN XWE BI SER XISTIN'

Keklîk wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serjêkirina sewalên qaçax zirarek mezin da tenduristiya gel. Me li vir xebateke mezbahaneya modern da destpêkirin. Me mezbahaneya herî modern li vir çêkir. Dîsa gelek projeyên me ye hene. Niha bi lez didomin. Heta dawiya vê salê em ê hala zebzeyan bikin xizmeta gel. Dema em hatin di bin navê wesayîtên kirê de lêşandinên mezin dihat kirin. Wesayît bi kirê didan şaredariyan û bi mîlyonan pere digirtin. Me hemû wesayîtên kirê derxistin û me wesayît kirîn. Me 4 otobusên mezin, 32 metre wesayîtek arkujiyê, 5 pîkap, 4 qemyonên kargo, 3 wesayîtên çopê, ambulansek kirîn. Xebatên AKP’ê nekir me di salekê de kir. Me bi hemû bi çavkaniyên xwe kir."