Dema ceza tinebe sûcên tên kirin rewa tên dîtin

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê li sînorê Roboskî rastî êrîşa leşkeran hat got li cihê ceza tinebe sûcên tên kirin rewa dibin.

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê li sînorê Roboskî rastî êrîşa leşkeran hat got li cihê ceza tinebe sûcên tên kirin rewa dibin û wiha got: "Hêzên dewletê li Roboskî sûcên dixwazin hesabên wan nadin dikin. Li Roboskî ti zagon nayên bikaranîn û dewlet pêkanînên xwe yên faşîst pêk tîne." Encu piştre ji bo li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê serlêdana sûc bike ber bi Şirnexê ve çû.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Roboskî di dema çalakiyên şermezarkirina qedexeya zozanan û tevgera leşkerî de li sînor ji aliyê leşkeran ve hat darpkirin li Edliyeya Qilabanê der barê leşkeran de serlêdana sûc kir. Parêzerên Baroya Şirnexê û ÎHD'ê yên Şirnexê, nûnerên saziyan bi Encu re hatin. Li ber edliyeyê Encu daxuyanî da û diyar kir ku piştî Komkujiya Roboskiyê li şûna dewlet hesab bide û lêpirsînê bide meşandin li ser Roboskî pêkanînên êrîşan  her roj asta van êrîşan bilind dibe. Encu anî ziman ku pêkanînên rojên dawî yên leşkeran ji pêkanînên salên 90'î xerabtir in. Encu da zanîn ku gelê Roboskî li hemberî qedexeya zozanan bertekên xwe yên demokratîk anîn ziman lê leşkeran bi çekan bersiv da.

'LI CIHÊ CEZA LÊ TINEBE SÛC REWA YE'

Encu bilêv kir ku ji bo geşedanên li heremê lêkolîn bike çû û di wê demê de rastî êrîşa leşkaran hat. Encu destnîşan kir ku bi dengên gelê Şirnexê yên ji sedî 84'an pêk tê çûn Meclîsê û wiha got: "Êrîş li ser şexsê min li hemberî hemû Şirnexê û gelên Tirkiyeyê hatiye kirin." Encu da zanîn ku li cihê ceza tinebe sûc kirin rewa ye û wiha axivî: "Hêzên dewletê her roj li Roboskiyê sûcê hesabê wê nedin dikin." Encu derbirî kir ku Roboskî vegerandine qadeke îzole û ti zagon li Roboskî nayên bikaranîn. Encu bang li hemû kesî kir li hemberî êrîşên pêk tên rawestin.

Parêzera ÎHD'ê ya Şinexê Buşra Demîr jî diyar kir ku êrîş di şexsê Ferhat Encu de li hemberî hemû parêzvanên mafên mirovan pêk hatiye.

Piştî axaftinan çalakiya rûnşitinê pêk hat û êrîş hat şermezarkirin.

Ji ber ku Dozgerê Komarê yê Qilabanê Kemal Şîmşek li Şirnexê di civînê de bû ji bo serlêdana sûc Encû ber bi Şirnexê ve çû û dê li Şirnexê serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bide.