Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç di roja 4’emîn de ye

Malbata Ardûç a ji ber projeyên Bendav û HES’an pir û rêyên li nêzî xaniyên wan di bin avê de man mexdûr bûn dest bi greva birçîbûnê kiribûn, greva wan di roja çaremîn de ye.

Malbata Ardûç a ji ber projeyên Bendav û HES’an pir û rêyên li nêzî xaniyên wan di bin avê de man mexdûr bûn, dest bi greva birçîbûnê kiribûn, greva wan di roja çaremîn de ye.

Malbata Adîle û Hasan Ardûç a li mezraya Ilisû ya girêdayî gundê Dallibahçe ya Nazimiyeya Dêrsimê dijîn, berî niha bi çend salan li nav erdê ku ji pîr û kalên wan mabû xaniyeke ji xwe re çêkirin. Lê belê projeya HES û Bendava Pembelîk a di sala 2008’an de ji aliyê Lîmak Holdîng ve hat destpêkirin planên malbata Ardûç xera kirin. Malbat li hember biryarê 4 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Di roja çaremîn a greva birçîbûne de parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn jî di nav de heyetek hat serdana malbatê.

BANGA PIŞTEVANİYÊ

Meclîsa Gel ku Malbata Ardûç anîn rojeva xwe, banga piştevaniyê li meclîsên ekolojiyê û aktîvîstên li bajêr hatin krin.