Li Kerboranê li hember kulubeyên ewlekariyê çalakiya rûniştinê

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li ser rêya diçe Bendava Ilisû ku li gelek deveran dest bi çêkirina kulubeyên ewlekariyê hatiye kirin, xwediyên erdan, rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyan çûn herêma kar û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji bo bendava tevî hemû nerazîbûnan jî tê çêkirin, kulubeyên ewlekariyê û kalekolên ji bo bendavê bilez didomin. Li hember çêkirina kulubayên ewlekariyê yên li ser rêya diçe Bendava Ilisû gel nerazîbûn nîşan da.

Welatiyên li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê hatin gel hev, ber bi herêmên kulube lê tên çêkirin meşiyan. Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk, rêveberên HDP-DBP’ê yên navçeyê, dayikên aştiyê û rêveberên MEYA-DER jî tevlî meşê bûn. Piştî daxuyaniya li herêma kar, girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Gelek wesayîtên zirxî û TOMA ku sewqî herêmê hatin kirin, çalakiya rûniştinê didome.